ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-04-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-04-2020
25 nîsan, 2020   04:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Ermeniyên bajarê Hesekê diyar kirin ku qirkirina Ermenan ji bo bi dawîkirina "Maya Stan" û guhertina sîfetên wan e. Ermeniyan bang li Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Ermen kirin ku ji bo vejandina çanda Ermenan bixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Êrişa asîmanî ya dewleta Tirk a dagirker li ser çiyayê Qereçoxê sînyala yekemîn bû ku Koalîsyona Navnetewî çavê xwe li planên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê girt. Bêdengiya DYA‘yê hişt ku dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî herêmên ku ji çeteyên DAIŞ‘ê hatine rizgarkirin, zêde bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

“Dewleta Tirk plan dike ku çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li tevahî başûrê Kurdistanê bi cih bike. Ji bo pêkhatina wan planan, PDK bi sîstema korûcitiyê ku serkeşiyê wê Neçîrvan Berzanî dike, cih digre.” (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê diyar kir ku armanca artêşa Tirk a dagirker a serke, afirandina şerek Kurd-Kurd e. Her wiha bang li aliyên Kurd kir ku ji bo yekitiya Kurd kar bikin û rê nedin dijminên Kurdan ku wan nakokiyan bikar bîbin û got: "Her beşek ji Kurdistanê ya Kurdan hemûyan e, ne ya partiyekê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Melayê mizgefta Xêr a bajarê Minbicê Şêx Ebdulrezaq Kalo, got: “Pabendiya bi qedexeya derketina derve ji tevahî mislimanên cîhanê tê xwestin. Nimêja terawîha di mal de dibe, nimêja bi komî ne şert e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Girek bor di navbera gundên Abra û Ala Qos ên girêdayî naveçya Çil Axa de, bi kedek hevbeş a şêniyan û Şaredariya Gel a gundê Abra veguherî parêzgehek darên berhemdar û daristanî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Efrîniyên ku ji ber hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçberî Şehbayê bûne, qedexeya derketina derve wekî derfet dîtine û di hewşên malên xwe de şitlan datînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA