Kongreya Star qurbaniyên qirkirina Sêfoyê bi bîr anîn

​​​​​​​Kongreya Star: Terora Osmanî ya ku bi komkujiya Ermen û Suriyanan destpêkiriye heta roja îro bi eynî şekile, eynî armanc li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e.

Kongreya Star qurbaniyên qirkirina Sêfoyê bi bîr anîn
24 nîsan, 2020   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya salvegera 105‘an a qirkirina Ermenan ku ji aliyê Osmaniyan ve pêk hatibû daxuyanî da.

Îro salvegera qirkirina Sêfo ye, ya ku di 24’ê Nîsanê 1915‘an de qewimî. Bi destê Osmaniya komkujî li ser gelên Ermenî, Suriyan, Keldan û Yunanî hat pêkanîn. Ev jî berdewamiya komkujiya li dijî gelê Ermenî bû ya ku sala 1904‘an destpê kirbû. Dewleta Osmanî bi hovîtiya xwe û bi qatlîamên ku kirine bi tecawiz, revandin û kuştinê xwestiye van gelan tune bike, qir bike û gelên qedîm ên heremê tune bike. Tenê hijmarekî kêm dikaribûn xwe rizgar bikin û xwe bispêrin heremên derdorê. Wan kesan jî her xwestin ku dengê qurbaniyan bin, da ku dikaribin mafên wan biparêzin.

Bi hewldanên ku ev komkujî wek komkujiyek fermî di cîhanê de were naskirin, heta îro ev hewldan hene. Hijmarekî kêm ya dewletên derve ya cîhanê heta roja îro van komkujiyan bi rengekî fermî nas kirin. Heta roja îro dewleta Osmanî ya Tirk vê înkar dike. Tevî kiriyarên dewleta Tirk ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk tên, hovîtiya wê li heremên di bin dagirkeriya Tirkiye de, çi li Efrînê, çi li Girê Spî û Serêkaniyê be ne kêmî hovitîya ku berî sedsalî hat kirin e.

Dema ku mirov ve hovîtiya kiriyarên wan di xeyalên xwe de derbas dike ji xwe wek kiriyarên DAIŞ‘ê ne. Yanî terora Osmanî ya ku bi komkujiya Ermen û Suriyanan destpêkiriye heta roja îro bi eynî şekile, eynî armanc li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e, lê her berxwedana gelan ranewestiya, heta roja îro ji wek ku tê dîtin berxwedaniya û tekoşîna hemberî zordariya dewleta Tirk û bav û qalê wan wek dewleta Osmaniyan berdewam e.

Pêkhateyên qedîm ên herêmê Kurd, Ereb, Suriyan, Asur û Ermen îro bi rengê rêveberiya hevbeş bi hev re dijîn û ji cîhanê re bûne mînak.

Bi vê wesîleyê bi navê Kongreya Star em kesên ku bûne qurbaiya vê qirkirinê bi bîr tînin, ji malbatên wan re dibêjin serê we sax be. Tekoşîn û berxwedanî ta serkeftinê berdewam e."

ANHA