Li Kobanê reftariyên froşkaran ji tedbîrên hişyariyê yên li dijî Koronavîrusê

​​​​​​​Şêniyên Kobanê li hemberî vegirtina Koronavîrûsê tedbîrên kesî digirin. Hinek din jî bi xemsarî nêzî mijarê dibin. Ev jî rê li pêşiya belavbûna vîrusê li herêmê vedike.

Li Kobanê reftariyên froşkaran ji tedbîrên hişyariyê yên li dijî Koronavîrusê
23 nîsan, 2020   06:22
KOBANÊ

Vîrûsa Koronayê (COVÎD -19) roj bi roj li cîhanê belav dibe. Heta niha tu dewletî derman ji vîrûsê re nedîtine.

Ji destpêka aloziyê ve, dewletên cîhanê û rêxistinên tendursitî hewl didin dermanekê peyda bikin, ji bo ku vê vîrusê tune bike yan jî xeteriya wê sivik bikin. Tenê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê, tedbîrên pêwîst digirin.

Li Sûriyê mîna dewletên din ev tedbîr hatin girtin. Lê hinek şênî bi xemsarî nêzî mijarê dibin.

Li herêma Firatê mîna gelemperiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê,  Rêveberiya Xweser tebdîrên pêwîst li dijî derketina Koronavîrusê girtin. Rêveberiyê qedexeya derketina derve ferz kir. Ji bilî dikanên madeyên xwarinê, dermanxane  û klînîkên bijîşkan nehişt dikanên din vebin.

Ruxmî girtina van tedbîran lê hinek şênî  û xwediyên dikanan wan tedbîran nayînin cih. Li rex wan jî çînek din ji şêniyan heye tevhiya tedbîr û perspektîvên di vî warî de hatine girtin tînin cih, lepik û mask bi kar tînin û dora xwe dezenfekte dikin.

Bilind Henîfî xwediyê dikanekî ye. Tevahiya tedbîrên xweparastinê ji vîrusê tîne cih û dibêje: "Piştî belavbûna Koronavîrusê li cîhanê me dest bi girtina tedbîrên hişyariyê kir. Her sibeh ez dikana xwe dezenfekte dikim, lepil û mask bikar tînim û hertim wan diguherînim." 

Bilind Henîfî diyar kir ku hinek xwediyên dikanên madeyên xwarinê girtina tedbîran paşguh dikin.

Henîfî bang li xwediyên dikanan kir ku hişyar bin û rêbazên xweparastinê bînin cih da ku rê li pêşiya derketina vîrusê bigirin.

Endezyarê çandiniyê Îsa Şêx Îsa got: "Ji destpêka belavbûna vîrusê li cîhanê, ez rêbazên xweparastinê bikar tînim. Ji ber ku parastina civakê ji xweparastina ferd destpê dike. Ez di karê xwe de lepik û mask bikar tînim. Hewl didim di danûstandinan de bi mûşteriyan re dûrbûnekê bihêlim. Da ku xwe û muşterî jî biparêz im.”

Di dawiya gotinên xwe de Îsa bang li kesên xemsar kir ku tedbîran bigirin û got: “Divê hemû tedbîran bi awayekî rast bigirin. Ji ber ku ev pandemî xeter e û divê em cidî nêzî wê bibin.”

Girêdayî heman mijarê sebzefroşê bi navê Welîd Şêxo got: “Di şeran de mirov dijminê xwe nas dike û dizane ku dê ji kîjan alî ve bê ji kijanê aliyê ve tê. Lê ev virus mirov nizane çawa tê û heta niha tu derman jê re nehatiye vedîtin. Divê xwediyên dikanan dikanên xwe dezenfekte bikin. Nehêlin muşterî destên xwe bi sebzeyan bikin, bi xwe daxwazên muşterî dagirin. Da ku xwe û muşteriyan biparêzin.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn li ser gotinên şêniyan zêde kir û got: "Biryarên diyar ku divê kesên ji qedexeyê hatine istisnakirin, bînin cih. Heta niha li herêmê vîrusê dernektiye. Tevî wê jî divê hemû bi giyana berpirsyariyê nêz bibin û tevahiya tedbîrên xweparastina giştî bigirin."

Şahîn destnîşan kir ku di nav rêze tedbîrên ku rêveberiyê girtine de, orgenîzekirina hemleyên zanakirinê û wiha domand: "Li ser wê me tevahiya şêniyan di nav de xwediyên dikanên ku dikarin di dema qedexeyê de dikanên xwe vekin hişyar kirin ku tedbîran ji bo parastina giştî bigirin."

Şahîn wiha pê de çû: "Divê di radeya yekemîn de froşkar berpirs bin. Ji bo ku xwe û civakê biparêzin. Divê beriya kar tevahiya tedbîran bînin cih, dikanên xwe paqij bikin û dezenfekte bikin."

(şx)

ANHA