Kevneşopiyek ku nayê bêdengkirin: Ragihandina Kurdî di 123 saliya xwe de ye- 3

Ragihandina azad a ku di salên 90’î de bi awayek ber biçav li pêşket, bi tekoşina Tevgera  Azadiyê re bi awayekî hemwext rexmî hemû êrîş, bombekirin, kuştin û zextên ku hatin meşandin jî bê bêhnvedan têkoşiya. Hê jî vê tekoşînê berdewam dike. Bi saya kevneşopiya ragihandina azad îro ji 50 zêdetir rojnameyên heftane û rojane, bi dehan televizyon, kanalên radyoyan û ajans weşanê dikin.

Kevneşopiyek ku nayê bêdengkirin: Ragihandina Kurdî di 123 saliya xwe de ye- 3
23 nîsan, 2020   04:21
NAVENDA NÛÇEYAN

KEVNEŞOPIYA RAGIHANDINA AZAD

Li Tirkiyê wek alternatîfa medya navendî ya dewletê kevneşopiya ragihandina azad di 22’yê Nîsana sala 1990’ de despêkir. Ragihandina azad a ku ji wê rojê heya roja îro li çar parçeyên Kurdistanê ji 50’yi zêdetir rojnameyên heftane û rojane derxistiye. Rexmî ku rihê xwe da li ber çavan lê dîsa jî xeta xwe bernedan û domandin. Kevneşopiya ragihandina azad ku 30 sal li pey xwe hişt, li çar parçeyê Kurdistanê bi dehan rojname, ajansên nûçeyan, radyo û televîzyonan weşana xwe didomîne.

Ragihandina azad a ku demek pir kurt de bu sengerekî berxwedanê dengê ku desthilatdaran qet ne dixwestin bibihîzin, di asta herî jor de bilindkir û ew gelê ku hebûna wî tune dihat hesibandin raxist ber çavan. Xebatkarên ragihandina azad ên ku berdêlên gelek mezin dan, rexmî ku girtin, revandin û kuştinê jî her tim li pey heqîqetê çûn. Ragihandina azad a ku ev 30 sale meşa xwe berdewam dike rexmî bombekirin, talan, girtin, serdegirtin û kuştinan ji her tim alîgirê gel û heqîqetêbûn. 

ROJNAMEYA RASTIYA GEL (HALK GERÇEĞİ)

Kovara bi navê Toplumsal Diriliş (Şiyariya Civakî) ku demek kurt de hate girtin, di 22’ê Nîsana 1990’an de rojnameya bi navê ‘Halk Gerçeği’ weke gava yekemin ya ragihandina azad hate avêtin.

Rojnameya ‘Halk Gerçeği’ jî ku gerinendeyê wê yê weşanê Huseyîn Aykol bû piştî ku hate girtin vê carê rojnameya Yeni Halk (Gelê Nû) dest bi weşanê kir. Dema ku Yenî Halk jî ji aliyê rêveberiya rojnameyê ve hate girtin êdî rûpelên dîrokê dawiya sala 1990’î dida xûyakirin. Rojnameya Yenî Ûlke ya ku di 20’ê Cotmeha 1990’î de hatibû vekirin hê di hefteya despêkê ya weşanê de buroya wê ya Amedê rastî êrîşan hatibû. 

OZGÛR GÛNDEM

Rojnameya ozgûr gündem ku di 30’yê gûlana sala 1992’de dest bi weşanê kir, pêşaneya wê rojnameya Yenî Ozgûr Gûndem bu ku ew jî di navbera salên 1992 û 1993’ê yan de hatibû weşandin. Ozgûr Gûndem a ku di 14’ê Nîsana 1994’an de bi biryara dadgeha dewleta Tirk hate girtin bi salên dûvdirêj bi navên cûr be cûr weşana xwe dewam kir.

Ji despêka destpêkirina weşana rojnamê heya roja îro 27 kesên ku di rojnameyê de karê nûçegihanî, nivîskarî û belavkariyê kirin, bi awayekî kujerê wan ne diyar hatin qetilkirin. Di salên weşanê de gelek bûroyên rojnameyê rastî êrîşan hatin. Rojnameya ku 580 hejmar weşand di derbarê 486 hejmaran de doz hate vekirin û 147 sal cezayê zindanê li xebatkarê wê hatin birin. Di derbarê rojnamê de bi hinceta ku propagandaya PKK’ê dike gelek caran biryara komkirinê hat dayîn.

AVAHIYA ROJNAMEYÊ Bİ BOMBEYAN HAT TEQANDİN 

Di 10’ê kanuna sala 1993’e yan de bi sedan polêsên Tirk ser  avahiya rojnamê de girtin û xebatkarên rojnamê binçav kirin. Piştî rêveberiya rojnamê bi awayekî fîîlî hate belavkirin di 28’ê Nîsana 1994’an de rojnameya bi navê Ozgûr Ûlke dest bi weşanê kir. Lê 3 bûroyên rojnameyê di 4‘ê Kanuna 1994’an de bi awayekî hemwext hatin bombekirin. Di bombekirinê de rojnamevan Ersîn Yildiz hat qetilkirin û 21 xebatkar jî birîndarbûn. Piştre bi belgeyan derkete holê ku fermana bombekirinê ji aliyê Tansu Çîller a ku wê demê serokwezîra Tirkiyê bû ve hatiye dayîn. Rexmî bombekirinê, rojnameyê bê navber weşanên xwe berdewamkir. Ji 247 jimareyên rojnameyê biryara komkirina 220 jimaran hate dayîn. Ji dozê ku hatibûn vekirin 7 gerînendeyên rojnamê hatin girtin. Di derbarê Ozgûr Ûlke yê, ya ku hîna sala xwe temam nekiribû, ji aliyê mehkemeya bi navê sulh û cezayê ya Stenbolê ve, bi tewanbariya ku berdewamiya rojnameya Ozgûr Gûndem’ê ye  biryara girtinê hate dayîn.

PIŞTÎ 17 SALAN CAREKE DIN OZGÛR GÛNDEM  

Piştî ku Ozgûr Gûndem hate girtin di 13’ê Nîsan’a 1995’an Yenî Polîtîka dest bi weşanê kir. Yenî Polîtîka jî ji ber ku rastî aqûbeta Ozgûr Gûndem’ê hat bi navên cûr be cûr kevneşopiya ragihandina azad berdewamkir. Piştî 17 salan careke din Ozgûr Gûndem’ê dest bi weşana xwe kir û ji nû ve bû dengê gelê Kurd.

AJANSÊN NÛÇEYAN HATIN AVAKIRIN

Bi teknolojiya ku bilez pêş ket re di qada çapemeniyê de jî guhertin hatin jiyîn. Piştî ku bû salên 2000’î ji derveyî nivîsîn û fotoyan, sistemên deng û dîmen jî di çapemeniyê de hatin bikaranîn. Piştî rojmane û kovaran, ji bo bikaranîna deng û dîmen lêgerîn destpêkirin. Di çapemeniya Kurdan de ajansa ku cara yekem hat avakirin dîsa li sirgûnê bû. Li Almanyayê ajansa DEM hat avakirin, piştî wê li Frankfurtê Mezopotamya Haber Ajansı (MHA) kuruldu. Piştî ku MHA ji aliyê polîsên Alman ve hat girtin, zextên li ser çapemeniya Kurdî rehendek navnetewî qezenç kir. Rojnamegerên ku di MHA’yê de dixebitîn, l ili Belçîkayê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hat avakirin. Dewleta Tirk her çendî hewl da jî nekarî ANF bigre, lê li Tirkiyê siteya internetê ya ANF’ê girtiye. Gelek caran êrişên sîberê li ser ANF’ê hatine pêkanîn, heta niha jî zextên li ser ajansê berdewam in.

DÎHA

Ajansa Kurd ya ku cara yekem li Tirkiyê hat vekirin Dicle Haber Ajansı (DİHA), di 4’ê Nîsana 2002’an hat avakirin. DİHA yê bi durşma ‘Tu car ji rastiya tawîz nayê dayîn’ dest bi weşanê kir û bi zimanên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî weşan kir. DİHA’ya ku di hêjmarek mezin de nûçegihanên wê hatin girtin, li hemberî hemû zextan li ber xwe da. DİHA jî weke Ozgûr Gundem di 29’ê Cotmeha 2016’an de bi KHK’ya ku hatî derxistin hat girtin. Ji Adara 2017’an pê ve, 27 nûçegihanên DİHA’yê di girtîgehên Tirkiyê de ne. 

AJANSA YEKEM A JINÊ: JINHA

Jin Haber Ajansı (JINHA), 8’ê Adara 2012’an li Amedê hat vekirin. JINHA’ya ku taybetmendiya cara yekem li Tirkiyê hemû xebatkarên wê jin bûn dihilgirt. JINHA bû dengê Kurdan bi taybet jî bû dengê jinan. JINHA, li hember xebatên tunekirina jinê ku civaka di bin desthilatdariya ziman de dide meşandin, sekinî. JINHA bû saziyek çepemeniyê ya ku pêşengtiya jina azad a ku xwe bi xwe diafirîne kir.

Armanca JINHA’yê nûçeyên li ser jinê çêkirin û guherîna zimanê nêrza bû. Ji bo têgîna berdewamkirima sistema nêza bişkîne, navê kes destpêkê “nav- paşnav” paşê tenê navê kes bikar dianî.

JINHA jî weke gelek saziyên ragihandina azad di 29’ê Cotmeha 2016’an de bi KHK’yên hatîn derxistin hat girtin

LI ROJAVA ŞOREŞA RAGIHANDINA AZAD

Li Rojava bi dehsalan gel rastî polîtîkayên rejîma Sûriyê yên înkar û îmhayê hatin. Her çendî gelê Rojava veşartî xwe birêxistin dikir û xebatên ragihandinê didan meşandin jî, ji ber zextan tiştên ku dihatin jiyîn nedihatin dîtin. Li Sûriyê hevneşopiya ku bi kovara Hewar destpêkiribû, li rexma hemû zextan di navberên diyar de hat domandin. Di salên 1980’î de, bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re li Rojava xebatên şoreş û rêxitinbûyînê lez qezenç kir. Her çendî di xebatên îdeolojîk û rêxistinbûnê de pêngava yekem di çapemeniyê de hatibe avêtin û gelek kovar û broşur hatibin weşandin jî, di aliyê siyasî de bi sînor ma.

Li Rojava cara yekem di sala 1986’an de kovarek bi navê ‘Dengê Kurdistan’ ku bi Erebî weşand dikir hat weşandin. Piştre rojmaneyek bi navê ‘Berxwedan’ bi zimanên Kurdî-Erebî hat çapkirin. Van waşanan zêdetir nûçe liser şerê li bakurê Kurdistanê di navbera leşkerên dewleta Tirk a dagirker û şervanên Kurdan de çêdikin. Bi vê re jî ji bo dengê gelê Kurd li erdnîgariya Ereb baştir were bihîstin, li Beyrûtê kovara bi navê ‘Sorgul’ dest bi weşanê kir. Gelek ronakbîr û nivîskarên Ereb di vê kovarê de nivîs nivîsin. Di dema ku li Rojava û Sûriyê zextên li ser belavkirina  kovarê gihiştin lûtkeyê, xwendin an jî li cem yekî dîtina kovarê jî sûc dihat hesibandin.

Ev xebatên ku di demên diyar de dihatin kirin, di sala 2011’an de bi serhildana gel û şoreşa li Sûriyê re, hema bêje di qada çapemeniyê de vegeriya şoreşê. Li Rojava şoreşa gel a li dijî hegemoniya netew-dewlet, bi xwe re di qada ragihandinê de jî şoreşek pêk anî. Rojnemegerên li herêmê, bi şoreşê re saziyên weşanê yên  rojnameya Ronahî, Ajansa Nûçeyan a Hewarê û Ronahî TV vekirin. Ev weşan bûn dengê projeya Netewa Demokratîk a ku li herêmê pêş ket. Heman demê de êrişên DAIŞ’ê û li hemberî wan êrişan berxwedana ku dihat meşandin û paşê êrişên dagirkariya dewleta Tirk û îfitaqên qirêj ên ku Tirkiyê bi çeteyên DAIŞ/El- Nusra re çêkirî eşkere kirin.

ANHA

Ajansa Nûçeyan a Hwarê (ANHA) di 1’ê Adara 2013’an de ji aliyê hinek rojnamegerên Kurd ve hat avakirin. ANHA’ya ku weşana xwe di malek ji kerpîçan de destpêkirî, bi hişmendiya xwe ya bêalî û nûçeyên rast, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû saziya çapemeniyê ya herî giring.

ANHA’yê ragihandina Netewa Demokratîk a ku li Rojhilata Navîn derket û berxwedana gel ji cîhanê re esas girt. Nûçegihanên ANHA’yê, bi berdêlên giran wek şehîdbûnê jî, di her şert û mercên zehmet de nûçegihaniya rast kirin û di israrê de yek gav paşde neavêtin. ANHA’ya ku niha di sala xwe ya 8’an de ye, toreyek wisa da avakirin ku şoreşa gel a li herêmê, berxwedana ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat meşandin gihand tevahî cîhanê. ANHA li herêmê xeta weşana ji rastî û heqîqetê tawiz nayê dayîn dide meşandin û rojnemegerên giring ava dike.

ŞEHÎDÊN ANHA’YÊ

Nûçegihanên ANHA’yê Dilîşan Îbîş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz, dema ku li Dêrazorê rewşa koçberan dişopandin di êrişa teqemeniyê de şehîd bûn. Dilîşan di dema teqînê de şehîd bû, Hogir Mihemed jî di 14’ê Cotmehê de şehîd bû. Rizgar Deniz jî ji ber birînên xwe yên giran, di 18’ê Çileya 2018’an de li nexweşxaneya ku dima şehîd bû.

Herî dawî di êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Serêkaniyê de, di 19’ê Cotmeha 2019’an de nûçegihanê ANHA’yê Seed Ehmed şehîd bû.

RONAHÎ TV

Ragihandina Azad kevneşopiya ku bi Med Tv dabû dabû destpêkirin hat girtin jî, li rexma hemû zextan ev kevneşopî domand. Ronahî TV di 20’ê Cotmeha 2011’an weşana xwe ya testê da destpêkirin û destpêkê di rojê de tenê sê saet weşan dikir. Di demek kurt de ev dem gihişt 10 saetan û di sala 2014’an de jî saetên weşanê gihand 24 saetan.

Ronahî TV di rojên avakirina xwe de li bajarê Brukselê yê Belçîkayê dest bi weşanê kiribû, di demek kurt de navenda xwe ya nûçeyan derbasî xaka şoreşê kir. Niha Ronahî TV studyoyên xwe li hemû kantonên herêmê vekiriye. Li kêleka Şoreşa Rojava, pêşketinên li Rojhilata Navîn digihîne hemû cîhanê.

ROJNAMEYA RONAHÎ

Di destpêka Şoreşa Rojava de 8 ronakbîr û rojnamegerên li hersê kantonên Rojava civînek lidar xistin. Di encam de di 14’ê Cotmeha 2011’an de Rojnameya Ronahî hat vekirin. Bi Netewa Demokratîk a ku bûye perspekfîvek re denge heqîqetê bilind kir. Hêjmara wê ya yekê di 16’ê Cotmeha 2011’an de hat çapkirin. Rojname di hefteyê de rojekî bi zimanê Erebî hat çapkirin. Di 12 rûpelan de, kategoriyên îdeolojî, polîtîka, Kurdistan, Çand û Jiyan cih girtin 500 lib hat çapkirin.

Piştî demekê di hefteyê de du rojan dihat çapkirin. Hêjmara rûpelên wê ji 12’ê bilindi 20 hat kirin. Êdî 10 hezar car dihat kopîkirin. Rojname li tevahî Bakurê Sûriyê tê belavkirin, di halê hazir de weşana xwe bi Ronahî Kurdî û Ronahî Erebî dike.

RADYO

Cara yekem li Rojava radyoya Cûdî FM di 20’ê Cotemha 2012’an de li Qamişlo dest bi weşanê kir. Piştî wê li Kobanê di 19’ê Mijdara 2012’an de Kobanê FM û di 1’ê Nîsana 2013’an de Rojava FM dest bi weşanê kir. Li Efrîna ku niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk de jî, Efrîn FM di 10’ê Hazirana 2013’an de dest bi weşane xwe ya testê kir. Efrîn FM di 1’ê Îlona 2013’an de dest bi weşanan xwe ya normal kir. Di navbera 2014-2015’an de radyoyên Dirbêsiyê FM, Waşûkanî FM, Dengê Xabûr, Dengê Xweseriya Demokratîk û Rojava FM  arasında Dirbesiye FM, Waşokani FM, Dengê Xabûr, Dengê Xweseriya Demokratîk ve Rojava FM dest bi weşanê kirin. Di sala 2017’an de jî radyoya jinê Radyo Star dest bi weşanê kir.

ROJNEWS

Kevneşopiya ragihandina azad başûrê Kurdistanê jî hat domandin. Saziya ragihandina azad a kul i başûrê Kurdistanê derket pêş, ajansa nûçeyan a RojNews di sala 2014’an de hat vekirin. RojNews bi lehçeyên zimanê Kurdî (Soranî û Kurmancî) û Erebî weşanê dike. RojNews bûye saziya herî giringa a ragihandina azad a li başûrê Kurdistanê. RojNews a ku bi hişmendiya ji rastî û objektîfbûyê tewîz nade, hîna weşane xwe didomîne. RojNews’ê di dema avakirina xwe de bi Tirkî jî weşan dikir, lê di 2019’an de weşana xwe ya Tirkî bi dawî kir.

WEŞANA YEKEM YA KURDÎ: AZADIYA WELAT

Li Tirkiyê rojnameya ku bi Kurdî rojane weşan dikir Azadiya Welat bû. Ji 26’ê Sibata 1994'an heya 2006'an heftiyane weşan dikir. Di 15’ê Tebaxa 2006'an dest bi weşana rojane kir.

Elbet, salên 90’î da ku Kurd û Kurdistan nedihatin qebûlkirin, weşandina rojanmeyek bi Kurdî ne hêsan bû. Rojname rastî hemû cûr êriş û zextan dihat, ji ber doz û cezayan hat girtin. Paşê rojmaneya Welatê Me de bi weşanê kir. Heta sala  1996’an 46 hêjmar derxist, piştî ku ew jî ji aliyê dewleta dagirker ve hat girtin, Azadiya Welat dest bi weşanê kir. Azadiya Welat a ku xwedî dema dirêj a weşanê ye, di 15’ê Tebaxa 2006'an dest bi weşana xwe ya rojane kir. Azadiya Welat yekem rojnameye ku bi Kurdî rojane weşanê dike. Azadiya Welat dem dem dihat girtin, ji bo ev nevber bên dagirtin bi rêzê ve 24’ê Adara 2007'an Dengê Welat, Mijdara 2008'an Welat, 16’ê Nîsana 2009'an Rojev, 6’ê Gulana 2009'an Hawar, 13’ê Mijdara 2009'an jî Rojev û herî dawî 31’ê Adara 2010’an bi Rojev’ê hat dagirtin. Zext ne tenê bi girtina rojnameyê dihatin kirin. Heman demê de Midurê Karên Nivîsê yê rojnameyê hat ceza kirin û cezayên mezin ên pere li rojnameyê hatin birîn.

Rojnameya Azadiya Welat  jî wek DİHA û Ozgûr Gûndem’ê di 29’ê Cotmeha 2016’an de bi KHK’yê ku hatîn derxistin hat girtin.

JINÛVE BIŞKIVÎN

Tirkiye di salên 2016-2017’an de bi rejîma KHK’an dihat rêvebirin, her çendî di wê demê de gelek saziyên ragihandina Kurdan hatin girtin jî rojnamegerên Kurd tucar bes nekrin. Ragihandina Kurdî hertim alternatif afirandin û tu car gel bê agahî nehêlan. Saziyên ku bi KHK’an hatin girtin, li şûna wan saziyên bi navên cuda hatin vekirin.

Li cihê Ozgûr Gûndem Ozgûrlûkçû Demokrasî, li cihê DİHA DİHABER, li cihê JINHA ŞÛJIN û li cihê Azadiya Welat Roveja Medya hat vekirin. Rejîma AKP’ê ya ku dest ji polîtîkayên zext û pişaftinê bernade, di 25’ê Tebaxê de 2017’an de KHK yek din weşand û hemû saziyên Kurdan kirin torbeyekî û girtin.

Roja piştî girtina Rojeva Medya, rojnameya Welat cihê wê girt. Piştî demekê jî Mezopotamya Hebe Ajansı cihê DİHABER’ê girt. JIN NEWS li şûna ŞÛJIN hatin vekirin, li şûna Ozgûrlûkçû Demokratî jî Yeni Yaşam hat vekirin. Rojnameya Welat derbasî weşana dîjîlatê bû. Saziyên din jî niha bi awayek aktif karê xwe didomînin. Rojnameya Yeni Yaşam ji ber Koronavîrûsê navber daye çapkirina nivîskî.

YEKEM KANALA TELEVÎZYONÊ: MED TV

Yek ji xalên werçerxa weşana Kurdan jî vekirina televizyonên Kurdî bû. Yekemîn tecrûbeya televizyonên Kurdî jî li sirgûnê destpêkir. Di 15’ê Hezîrana 1995’an li paytexta Îngiltereyê Londonê yekem televizyona Kurdî Med TV hat vekirin. Med TV taybetmediya yekem televizyona Kurdî hildigre. Li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Nîsana 1999’an de lisansa Med TV hat îptalkirin. Medya Tv ya ku li cihê Med Tv hat vekirin jî ji aliyê Fransayê ve hat girtin. Sala ku Medya Tv hat girtin li Danîmarkayê Roj Tv hat vekirin. Ji ber Roj Tv yê Tirkiyê gelek zext li Danîmarkayê kirin, ji ber wê jî di sala 2013’an de Roj Tv hat girtin. Piştî girtina Roj Tv, Nûçe Tv û Stêrk Tv hatin vekirin.

LI BAŞÛRÊ KURSİTANÊ WEŞANÊN CUDA

Navê televizyonên din ên Kurdan evin; Nûçe Tv, MMC Tv, Gûn Tv, Newroz Tv, Ronahi Tv, Kurdistan Tv, Kurdistan Tv, Kurdsat Tv, Rojhelat Tv, Zagros Tv, KNN Tv, Tishk Tv, Korek Tv, Vin Tv, GK Hewlêr, Kurd1 Tv, Asosat Tv, Peyam Tv, Hewlê Tv, Stêrk Tv, Kanal4 Tv, Cemawer Tv, KPC Tv, Kliksat Tv, Peyam Tv.

Navên hinek rojnameyên Kurdî yên li başûrê Kurdistanê weşanê dikin evin; Ala me, Alay Azadî, Aso, Awêne, Barzan, Bedîrxan, Behdînan, Beyanî, Cemawer, Çavî Xelk, Çawdêr, Dengê Dîmoqratî, Dengî Komunîzm, Emro, Evro, Hawlatî, Heftename Deng, Hewal, Hewlêr, Hîway Nû, Kurdistanî Nwê, Kurdistan Report, Mîdya, Pêşketin, Rêbazî Azadî, Rêgay Kurdistan, Resen, Rojî Gel, Rojî Welat, Rojname, Rûdaw, Serdemî Nû, War, Warwîn, Xebat. Piraniya van rojnameyan bi xetnivîsa Erebî tên nivîsîn. Zimanê hinek rojnameyan jî Erebiye . Heman demê de  rojnameya bi navê "Hewlêr Post" bi zimanê Tirkî û rojnameya bi navê "Kurdish Globe" bi zimanê Îngilîzî weşanê dikin.

Hinek kovarên ku li başûrê Kurdistanê weşanê dikin evin; Aran Kurd, Aweza, Ayinda, Baneroj, Basere, Belavoka Mîdya, Besare, Bzaw, Ciwan, Dengê Laleş, Duhok, Gulan, Gulîstan, Hawara Nû, Heftename, Hêlîn, Hengaw, J.Nwê, Kange, Kepir, Kerkûk, Kurdish Herald, Kurdistana Azad, Kurdistanî, Laleş, Livîn, Medeniyat, Metîn, Mnalani Bawegurgur, Newe, Newsefeq, Nûbûn, Nûserî Kurd, Papûle, Peyam, Peyv, Pîro, Pişkko, R.Kurdistanî, R.Kurdistanî, R.Kurdstan, Raman, Ranîya, Rayan, Rebaz, Rewan, Rojî Gel, Ronahî, Serdem, Sibaî, Silav, Sîrove, Sîxurme, Şîrove, Taw, Têkist, Vajeh, Xak, Zanko, Zeng, ZengûBeng.

ANHA