YNK û PDK, dê sibe bicivin

 Hat diyarkirin ku dê sibe partiyên YNK û PDK, têkildarî rewşa Zînî Wertê bicivin.

YNK û PDK, dê sibe bicivin
22 nîsan, 2020   17:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryar bû “Partiya Demokrat a Kurdistanê” (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro li ser rewşa Zînî Wertê, li Hewlêrê civiyabûna. Lê paşê hat ragihandin ku civîn hatiye taloqkirin.

Endamek Rêveberiya YNK’ê ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku dê sibe li Hewlêrê YNK û PDK’ê li hev bicivin.

Têkildarî taloqkirina civîna ku dihat payîn îro pêk were jî got: “Sedema taloqkirina civînê pirsgirêka fenî bûn û heyeta PDK’ê neamade bû.”

Her wiha endamê rêveberiya YNK’ê Arêz Ebdula li ser taloqkirina civîna PDK û YNK’ê ya îro ku ji Rojnews re axivîbû, da zanîn ku civîn li ser daxwaza PDK’ê hate paşxistin.

Çavkanî RojNews