Li Minbicê dermanê mêş û moriyan tê reşandin

Şaredariya Gel a Minbicê bi hevkariya Gerînendetiya Jîngehê ya girêdayî Komîteya Şaredariyan a Minbicê dest bi reşandina dermanên mêş û moriyan li kolanên bajêr kir.

Li Minbicê dermanê mêş û moriyan tê reşandin
22 nîsan, 2020   12:28
MINBIC

Komîteya Şaredariyan û Şaredariya Gel a Minbic û Gundewarên Wê xebatên xwe didomînin. Li gel dezenfektekirina kolanan û bi hatina demsala havînê re şaredariyê dest bi reşandina dermanên mêş û moriyan kir.

Endamê Gerînendetiya Jîngehê ya girêdayî Komîteya Şaredariyan Emar Emorî got ew derman her sal direşînin û piştrast kir ku reşandina derman dê di demsala havînê de dewam bike.

Emar Emorî destnîşan kir ku dê dermanê laşmanyayê li hemû malên bajêr û gundewarên wê were reşandin û diyar kir ku xebatên dezenfektekirina kolanan ji aliyê Şaredariya Gel ve didome.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/932ExTqlTTk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>