25 erebeyên leşkerî yên dewleta Tirk derbasî xaka Sûriyê bûn

Karwanekî artêşa Tirk a dagirker ku ji 25 erebeyên leşkerî pêk dihat, di dergeha Kefer Losîn re ket erdê Sûriyê û berê xwe da nuqteyên Tirkiyê yên li Idlibê.

25 erebeyên leşkerî yên dewleta Tirk derbasî xaka Sûriyê bûn
22 nîsan, 2020   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku karwanekî artêşa Tirk a dagirker ku ji 25 erebeyên leşkerî pêk dihat, di dergehê Kefer Losîn ê sînorî yê bi ser Lîwa Iskenderon re ket erdên Sûriyê û berê xwe da nuqteyên Tirkiyê yên li Idlibê.

Bi dewama têketina karwanên dewleta Tirk ji erdên Sûriyê re, hejmara erebeyên Tirkiyê ku ji destpêka ragihandina agirbesta nû ve ketine erdên Sûriyê, bû 2 hezar û 775 û bi hezaran leşker.

Sewqiyatên leşkerî yên dewleta Tirk ku îro ketin erdên Sûriyê, hemwextî civîna îro ya Rûsya, Îran û Tirkiyê ya der barê geşedanên dawîn ên li Sûriyê de, pêk tê.

(cx)

ANHA