Li Tirkiyê ji 3500 karkerên tenduristiyê yên bi vîrûsê ketine 24 kes mirin e

Yekîtiya Bijîşkan a Tirkiyê îro ragihand ku nêzî 3 û 500 karkerên di beşa tenduristiyê de dixebitin bi Koronavîrusê ketine. Jê 24 kes mirin e.

Li Tirkiyê ji 3500 karkerên tenduristiyê yên bi vîrûsê ketine 24 kes mirin e
22 nîsan, 2020   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîtiya Bijîşkan a Tirkiyê bi daxuyandiyekê diyar kir ku bi giştî 3 hezar û 474 karkerên di beşa tenduristiyê de dixebitin bi COVÎD -19 ketine. Ji wan hezar û 307 bijîşk in, her wiha 24 ji wan mirine û ji nav miriyan 14 bijîşk in.

Li gorî bîlançoya şeva berê, li tevahî Tirkiyê ji ber pandemiyê 2 hezar û 200 kesî jiyana xwe ji eslê 95 hezar kesên pêketine da, nîvê wan li Istenbolê ye.

Yekitiya bijîşkên li Tirkiyê da zanîn ku piranî kesên di beşa tenduristiyê yên bi Koronavîrusê ketine li Istenbolê mezintirîn bajarê Tirkiyê ku nêzî 16 milyon şênî lê heye, dixebitin.

Dê karantînaya mecbûrî bi dema 4 rojan ji sibe ve li 31 bajarên Tirkiyê der barê berbelavbûna Koronavîrusê de bê ferzkirin.

Li 31 bajarên sereke yên Tirkiyê qedexeya derketina derve di dawiya hefteyê de tê ferzkirin, lê ev pêncşem roja cejnê ya fermî li Tirkiyê ye. Her wiha desthilatan biryar da ku qedexe kir roja pênçşem û înê jî kes derkeve.

Biryara qedexeya derketina derve di her dawiya hefteyê de ji 11’ê Nîsanê de di dema ku pandemiya Koronavîrusê li tevahî welat bi lez belav dibû.

Kesên bi temen mezin (65) û kesên li gel wan nexweşiyên giran hene û her wiha ferdên temenê wan kêmî 20 saliyê ye ji çend hefteyan ve di karantînaya mecbûrî de ne.

(fr)