​​​​​​​Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi projeya çandina sebzeyan kir

Şaredariya Gel a Dêrikê projeya çandina sebzeyan di malan de dişopîne da ku destekê bide malbatên xizan.

​​​​​​​Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi projeya çandina sebzeyan kir
22 nîsan, 2020   12:04
QAMIŞLO

Di çarçoveya lihevkirina li gel komeleya şaredariyên bajarên Almanyayê de Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi projeya çandina sebzeyan di malên li taxan de kir.

Bi hevkariya komînên taxan tovên sebzeyan li şêniyan têne belavkirin da ku di hewşên xwe de biçînin.

Şaredariya Gel a Dêrikê tovên sebzeyên demsala havînê li komînan belav kirin da ku di qadên vala yên hewşên malên xwe de biçînin.

Tov dê li 3 parkên li Taxa Sor, Taxa Şehîd Xebat û Taxa Rojava werin çandin. Şaredariya Dêrikê tevahî pêwîstî û alavên reşandina dermanan pêşkêşî gel kirin da ku proje bi ser bikeve. Komîn dê projeyê bişopînin.

Her wiha berhemên projeyê dê li malbatên xizan ên li bajêr werin belavkirin.

(bx)

ANHA