Bazirganekî ji Hesekê 550 pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar belav kirin

Li gel dewamkirina rewşa qedexeya derketina derve, bazirganekî sûka sebzeyan a bajarê Hesekê 550 kartonên madeyên xwarinê li malbatên xizan belav kirin.

Bazirganekî ji Hesekê 550 pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar belav kirin
22 nîsan, 2020   11:16
HESEKÊ

Pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) ku bi lez li tevahî cîhanê belav bû, gelek welatên cîhanê neçar kirin ku qedexeya derketinê ragihînin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek tedbîreke pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê li herêmê, li seranserê herêmê qedexeya derketina derve ragihand.

Girtina piraniya dikanên bazirganiyê û rawestandina karên rojane, bandoreke neyînî li rewşa jiyanî ya hin malbatan kir.

Li gel rewşa qedexeya derketina derve û nexasim bi hatina meha Remezanê re, însiyatîfên mirovî û destekdayîna malbatên hewcedar dewam dike. Bazirganekî sûka sebzeyan a bajarê Hesekê 550 kartonên madeyên xwarinê li malbatên xizan belav kirin.

Beriya demekê jî komeke bazirganên heman sûkê, hezar û 500 kartonên madeyên xwarinê li malbatan belav kirin.

Xwediyê vê însiyatîfê Zahir Hemo diyar kir ku ev însiyatîfa duyemîn e ku ji bo alîkariya malbatên xizan û koçberan pêk tê. Zahir Hemo ji hemû bazirganan hêvî kir ku beşdarî van însiyatîfan bibin û di mercên zehmet ên herêm tê re derbas  dibe de, alîkariya malbatên hewcedar bikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qIqSIF2QLrk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>