​​​​​​​86 kes ji navendên karantînayê hatin derxistin

Şaneya Aloziyê 86 kesên ku 14 rojan di karantînayê de man û ji wan re test hatin çêkirin ku bi vîrusê neketine, derxistin.

​​​​​​​86 kes ji navendên karantînayê hatin derxistin
22 nîsan, 2020   10:14
QAMIŞLO

Di çarçoveya tedbîrên pêşîlêgirtina Koronavîrusê (Covid-19) de yên ku Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtine, piştî qedexeya derketina derve di 23’yê Adarê de hat ferzkirin, tevahî kesên derbasî herêmê dibûn bi dema 14 rojan dixistin karantînayê û li kêlekê jî keşfên dewrî yên piştrastkirina tenduristiya wan pêk dihatin.

Bi rêya balafirgehê bi dehan kes di meha Nîsanê de derbasî bajarê Qamişlo bûn, her wiha wek tedbîra parastinê piştî keşfkirina bi KIT’an ew kirin navendên karantînayê û rojane keşf dihatin çêkirin. Her wiha piştî bidawîbûna 14 rojan Şaneya Aloziyê tehlîla PCR çêkir da ku piştrast bike ew kes bi vîrusê neketine yan na.

Endama Gerînendetiya Tenduristiya ya Kantona Qamişlo Rojîn Ehmed diyar kir ku piştî piştrastkirina ku bi vîrusê neketine, 86 kes ji navendên karantînayê îro derxistin.

Rojîn Ehmed da zanîn ku tenê li navendên karantînayê kesên ku derbasî herêmê dibin, 4 kes mane û dê hin testan ji wan re çêkin û piştre derxin.

(fr)

ANHA