Desteya Rûspiyan: Rewşa li Zînî Wertê rû dide xizmeta dewleta Tirk dike

Desteya Rûrpiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê rewşa Zînî Wertê şermezar kir û got: "Ev kombûna hêzên leşkerî xizmeta dewleta Tirk dike"

Desteya Rûspiyan: Rewşa li Zînî Wertê rû dide xizmeta dewleta Tirk dike
22 nîsan, 2020   10:23
QAMIŞLO

Di derbarê nakokiyên ku li Zînî Wertê ya Başûrê Kudistanê de rû didin, Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek li Buroya Desteya Rûsipiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê a bajarê Qamişlo bi amadebûna bi dehan endamên Desteyê da.

Daxuyanî ji aliyê endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em wekî Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rêya şopandina me ji bûyerên ku li Rojhilata Navîn bi giştî û li Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê bi taybet rû didin de, kombûna hêzên leşkerî li Zînî Wertê bala me dikişîne û di hundirê me de metirsiyan çêdike, wê ev kombûna hêzên leşkerî bandoreke neyînî li ser destkeftiyên Başûrê Kurdistan, Iraqê û beşên dîtir jî bike bi taybet wê li ser rewşa kurdî bike.

Em dibînin ev kombûn tenê xizmeta dewleta Tirk dike, bi vê kombûnê wê desthilatdariya Osmaniyan dûbare bibe, bi dagirkirina partiya AKP`ê ji erdên derdora xwe re diyar dibe .

Ji ber vê yekê em wek Desteya Rûrpiyan bang li aliyan dikin ku bi diyalogan van nakokiyan çareser bikin. "