ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-04-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-04-2020
22 nîsan, 2020   04:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

DOSYA

- Çapemenıya kurdî li mişextiyê dest pê kir û li gel hemû zextên Osmaniyan jî rêya xwe domand. Piştî ku Kurdistan kirin çar parçe, her çend çapemeniya kurdî hinekî ji hêla berhemdariyê ve kêmasiyên xwe çêbûbûn jî, ji xwe re qadên nû peyda kirin. Ronakbîr û rojnamevanên Kurd di nava zextên çar dewletên dagirker de jî bûn pêdaberên çapemeniya kurdî.  (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Rojnamevan Ferhad Şamî bang li xebatên ragihandinê yên li Kurdistanê û derve kir ku li ser esasê doza Kurdî bikin û ragihandinê ji bo berjewendiyên hêzên desthilatdar bi kar neyînin.

 (BI WÊNE Û DÎMENE).

KURDISTAN

Tê gotin, paşeroj niha û nîşaneyên pêşerojê diyar dike. Lewra heger em hewl bidin têkoşîna gelê Kurd, xeterî û şerên li herêmê rû didin bi taybet xeteriyên şerek Kurd-Kurd li herêma Kurdistanê nas bikin, divê em têkoşîna vî gelî û sedemên rewşa wî û asoyên wê bi kurtasî nas bikin. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Lêkolîner û çalakvanê hiqûqî yê Yemenî Mihemed Elawî got: "Hevbendaiya Tirkiyê-Îranê ya têkildarî Yemenê êdî ji her kesî re eşkere ye, armanca jê parvekirina hegemoniya li Yemenê ye ji ber wekî kilîta kontrokirina tevahî herêmên ereban û talankirina berhemên wan e ." (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Malbatek efrînî şertên qedexeya derketina derve bi baştirîn rêbazan bikar tîne. Demên vala bi gelek çalakiyên hunerî bi sûd dadigire. (BI WÊNE Û DÎMENE).

- Şêniyên navçeya Tirbespiyê di dema qedexeya derketina derve de di hewşên malên xwe de sebze çandin. Bi vê yekê karîn rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMENE).

ANHA