El-Mismarî: Êrişa li dijî Terhûneyê hate şikandin

Berdevkê fermî yê artêşa Niştimanî ya  Lîbya Ehmed El-Mismarî destnîşan kir ku êrişên milîsan ên li dijî bajarê Terhûne ku bargeha lojistîk a bingehîn a artêşa Lîbyaye bibin ketin.

El-Mismarî: Êrişa li dijî Terhûneyê hate şikandin
21 nîsan, 2020   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Mismarî ji Skynews re got: "Artêşê êrişên milîsan şikand û zirarên mezin gihand wan. Pergalên parastina ya asmanî dronên ku çarçoveyek asmanî ji milîsan re di êrişên wan de çêdikirin xistin xwarê."

Terhûne 65 km dikeve başûr rojhilatê Terablusê û bargehek girîng a artêşa watanî ya Lîbyayê ye.

Artêşa Niştimanî ya Lîbya di destpêka Nîsana 2019`an de êrişî Terablusê kir  di hewldanekê de ji bo ku wê ji milîsan vegerîne.

Milîsên alîgirên hikumeta Terablusê piştgiriya xwe ji rêjîma Tirkiyê digire. Tirkiyê jî çete, pere, çek û balafirên daron ji wan re pêşkêş dike.

 (şx)