Rêveberiya Xweser Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 22‘yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî li xebatkarên ragihandinê pîroz kir û got: "Xebatê me li ser esasê zagoneke nûjen tê meşandin. Ev zagon derfet dide hemû rojnamevanan da ku bê kêmasî karê xwe ragihandinê pêk bînin û mafên wan mîsoger be. "

Rêveberiya Xweser Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir
21 nîsan, 2020   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya 22‘yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Roja Rojnamegeriya Kurdî her sal 22‘yê Nîsanê tê pîrozkirin.  Ev roj di nava gelek guhertinên di warê giştî û ragihandinê de tê. Ev yek dihêle ku taybetmendiya vê rojê hebe û lêvegereke giring ji hêla hemûyan ve derbarê rewşa ragihandinê li Bakur û Rojhilata Sûriyê de hebe.

Em Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê rojê li hemû xebatkarên ragihandinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Em diyar dikin ku rola xebatkarên ragihandinê ji bo gihiştina dengê welatiyan ji cihê berpirsyariyê re û gihandina rastiya bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, pir giring in.

Em hemû hevalan haydar dikin ku pabendîbûna bi pîşeyî û rastiyê di karê ragihandinê de ji xalên giring in ku li ser bingehên stragejîk ragihandineke durist û pêşketî tê avakirin. Pir giring e ku erk bi hev re bêne kirin ta ku ragihandineke baştir bê afirandin û mafên hemû rojnamevanan bi hemû hûrbîniyan tê de misoger be, her wiha  berhema ragihandinê xwedî pîvanên pîşeyî û exlaqî be.

Xebata ne ya ragihandinê li ser esasê zagonên nûjen tê meşandin. Ev zagon derfet  dide hemû rojnamevanan da ku pêşeya xwe bê kêmasî pêk bînin. Di heman demê de erkê rojnamevan e ku li gorî exlaqên ragihandinê yên ku di qanûnê cîhanê de hatine diyarkirin tev bigere.

Ji bo gihiştina nêzîkbûyîneke stratejîk di raman de û pêşxistina qada ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûr ezeziyê xebata me tê meşanidn. Her wiha hewldanên me ji bo pêkanîna koordîneyekê di navbera hemû saziyan de têne kirin da ku pêşeya rojnamevanan hêsan bikin ku karibin bi hêsanî agahiyan bisînin.

Di dawiyê de em bang li hemû xebatkarên ragihandinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derve dikin ku destekê bidin vê pêşeyê, pêşniyarên xwe bighînin aliyên berpirsyarên ên qada ragihandinê di Rêveberiya Xweser de ji bo rewşa ragihandinê li herêmê pêş bikeve.

Her wiha em bang li hemû dezgehên ragihandinê yên derveyê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû sazî, yekitî û sendîqeyên girêdayî ragihandinê yên ku herêmên me kar dikin ku deriyê me ji bo çalakiyên wan vekirî ne ku rewşeke guncaw ji bo wan re mîsoger bike ku xebateke serkeftî, ragihandineke pir regn encam bide."

ANHA