​​​​​​​Piştî serdana Zerîf ji Şamê re hêzên hikumetê çeteyên Tirkiyê li Idlibê hedef girtin

Bi rasthatina serdana wezîrê Karên Derve yê Îranê ji Şamê û ragihandina karên derve ya Rûsyayê ya civîna sêalî ya bi forma Astanayê re hêzên hikumetê bi moşekan herêmên çeteyên bi piştevaniya dewleta Tirk li bejahiyên başûrê Idlibê hedef girtin.

​​​​​​​Piştî serdana Zerîf ji Şamê re hêzên hikumetê çeteyên Tirkiyê li Idlibê hedef girtin
21 nîsan, 2020   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) daxuyand ku hêzên rejîmê gundên Meirbelît, Bênîn, Cerade, Bara û Filêfil li bejahiyên başûrê Idlibê bi moşekan hedef girtin.

SOHR’ê duh topbaranên hêzên rejîmê li Kefir Uwêd, Bênîn, Meirbêlît, San, Salhiyê, derdora Avis, Fitêra û Kensefra yên li bejahiyên Idlibê bêyî ziyanên canî belge kirin.

Ev topbaran bi rasthatina serdana wezîrê karên derve Mihemed Cewad Zerîf ji Şamê re û ragihandina karên derve ya Rûsyayê ya civîna sêalî(Rûsya, Tirkiyê û Îran) bi forma Astanayê ya sibe, pêk hatin.

(fr)