Dema qedexeya derketina derve heta dirêjkirin- HATE NÛKIRIN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarnameyekê ragihand ku qedexeya derketina derve heta 1’ê Gulana bê, hatiye dirêjkirin.

Dema qedexeya derketina derve heta dirêjkirin- HATE NÛKIRIN
21 nîsan, 2020   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara hejmara /37/ da.  Li gorî biryara dema qedexeya derketina derve heta destpêka meha Gulanê hate dirêjkirin. Xebatên çandinî û hin beşên din di ber çavan re tê derbaskirin.

Biryar wiha ne:

1-Tevahiya dermanxaneyên (mirovî, çandinî, beytarî) , dikanên frotina sebze û fêkiyan, dikanên firotina goşt û şêranî, tevahiya besta û firoşkarên gerok dikarin di dema qedexeya derketina derve de kar bikin.

2-Dikanên madeyên xwarinê di dema qedexeya derketina derve dikarin bên vekirin.

3-Dikanên serfkirina pere û hewale di rojên În û Şemiyê de tên vekirin.

4-Warên avahîsazî, werşeyên firotina madeyên avakirinê û tevahiya dikanên herêmên pîşeyî dikarin di dirêjahiya dema qedexeya derketina derve de kar bikin.

5- Tevgera birayên cotkaran û karkeran tê hêsankirin bi şerta ku hejmara karkeran di erebeyekê de 10 kesan derbas neke.

6-Erebeyên veguhestina madeyên xwarin, paqijî, derman, şîrê zarokan, pêdiviyên tenduristiyê û dezenfektekirin û sotemenî dikarin di navbera rêveberiyan de û  di her rêveberiyekê de tev bigerin.

7-Xwediyên kar ên tevahiya waran dikarin bixebitin, lê bi şerta ku rêbazên xweparastina kesayetî bikar bînin, mask û lepikan xwe bikin,her wiha ji kombûna dûr bikevin.

8-Ev biryar ji her kesê ku pêk tîne tê agahdarkirin.

(şx)

ANHA