Ji ber parvekirina malên diziyê di navbera çeteyan şer derket

Li Efrînê di navbea çeteyên Firqet El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de ji ber parvekirina pezê ku dizîbûn, şer derket.

Ji ber parvekirina malên diziyê di navbera çeteyan şer derket
21 nîsan, 2020   11:14
EFRÎN

Çavkaniyan ji hundirê Efrînê diyar kir ku çeteyên Firqet El-Hemzat bi serkêşiya Seyf Ebû Bekir ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker şevê din 400 serî pezê welatiyekî ji niştecihên kantonê, dizîn.

Çavkanî piştrast kir ku sewalên hatine revandin beşek ji wan ber bi gundê Gazê yê girêdayî navçeya Cindirêsê û beşeke din ber bi gundê Coqê yê navçeya Mabata ve hatin şandin.

Ji ber nakokiyên li ser parvekirina sewalên hatine dizîn, di navbera çeteyên Firqet El-Hemzat de şer derket.

Çavkaniyan destnîşan kir ku kesên ku sewalên wan hene, pereyan didin komên çete da ku sewalên xwe biparêzin.

(bx)

ANHA