​​​​​​​Li Dirbêsiyê polîsên leşkerî yên Rûsyayê dewriyeyek pêk anî

Li navçeya Dirbêsiyê polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi tena xwe û bêyî beşdariya hêzên Tirk ên dagirker dewriyeyek pêk anî.

​​​​​​​Li Dirbêsiyê polîsên leşkerî yên Rûsyayê dewriyeyek pêk anî
21 nîsan, 2020   10:18
HESEKÊ

Dihat texmînkirin ku dewriyeya hevbeş a polîsên leşkerî yên Rûsya û artêşa Tirk a dagirker pêk bihata, lê tevî libendmayîna polîsên Rûsyayê ya çand saetan hêzên dagirker amade nebûn.

Dewriye 3 saetan li gundê Şêrk ê dûrî rojavayê navçeya Dirbêsiyê bi 13 km li benda hêzên Tirk ên dagirker bû, piştre dewriye bêyî beşdariya hêzên Tirk derket û dûvre berê xwe da bajarê Qamişlo.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nGUkw1AIS8w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>