HRW’ê ji bo însiyatîfa MSD`ê ya lêgerîna windahî û revandiyan dilxweşiya xwe aşkera kir

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) kêfxweşiya xwe ji ber însiyatîfa MSD’ê ji bo avakirina komîteyeke taybet a girtî û kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine revandin, diyar kir û da zannî ku ev pêngaveke erênî ye.

HRW’ê ji bo însiyatîfa MSD`ê ya lêgerîna windahî û revandiyan dilxweşiya xwe aşkera kir
21 nîsan, 2020   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Human Rights Watch (Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan) îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku avakirina tîmeke nû ji bo alîkariya dîtina bi hezaran girtiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngaveke girîng a berpirsyariyê ye, divê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koalîsyona leşkerî ya bi serkêşiya DYA`yê destekê bidin wê tîmê, da ku agahiyan der barê çarenûsa kesên ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine revandin, peyda bikin.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di 5`ê Nîsanê de avakirina tîmeke xebatên sivîl ku ji parêzer, çalakvan û xizmên kesên hatine revandin pêk tê, ragihand. HRW’ê jî di 20`ê Nîsanê de peyamek ji MSD`ê re şand û destnîşan kir ku avakirina tîma xebatê pêngaveke erênî ye.

PAGE: MALBAT LI BENDA NASKIRINA ÇARENÛSA XIZMÊN XWE NE

Cîgirê gerînendeyê beşa Rojhilata Navîn a HRW`ê Michael Page wiha got: "Ragihandina avakirina komîteya taybet a girtî û kesên revandî dê destekê bide malbatên ku ev demeke dirêj e li hêviya çarenûsa xizmên xwe yên windayî ne. Divê rêveberiyên herêmî û koalîsyona bi serkêşiya DYA`yê destekê bide da ku xebata wan bi ser bikeve."

Dema ku komîte hate ragihandin, hate gotin ku xebatên wê komkirin û diyarkirina detayên taybet ên girtiyan in û bixe nava planên pêwîst li gorî hêvî û nêrînên gelê Sûriyê di rastî, wekhevî û dadgehkirinê de.

Tîm dikare bi hemû desteyên herêmî û navneteweyî re di vê derbarê de bikeve nava têkiliyan. MSD`ê soz da ku ew ê destekeke mezin bide wan da ku diyarkirina nasnamaye hemû girtî û kesên hatine revandin û yên windayî, her wiha serbestberdana girtiyan mîsoger bike.

Di nava endamên tîma xebatê de parêzer Mejdolîn Hesen, Fedwa Mehmûd û saziya "Malbat ji bo Azadiyê" hene ku komeke ji Sûriyê ye û xebatê ji bo peydakirina windahiyan dike.

HRW’yê bang li MSD`ê û QSD`ê kir ku erkdarkirina tîmê di asta yekemîn de ji bo kesên windayî û kesên ku têne veşartin li herêmên di bin serweriya wan de û bi taybet ên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine revandin, be. HRW di Sibata derbasbûyî de raporek belav kir ku tê de rewşên kesên ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine revandin, belge kirin lê hejmara giştî ya kesên hatine revandin, nehat naskirin.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Sûriyê ya ku piştî gelek kesên ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine revandin li herêmên ku niha di bin serweriya QSD`ê de ne, çarenûsa zêdetirî 8 hezar û 143 kesan wan ne diyar e.

HRW diyar kir ku avakirina tîmeke kar pêngaveke sereke di naskirina çarenûsa kesên windayî, girtî û yên hatine revandin de ye. Lê aktîfbûna wê bi dayîna berpirsyariya wê ku agahiyan ji derdorên herêmî û navneteweyî bixwaze û ji wan MSD, QSD, hêzên Asayîşê li herêmê, meclisên sivîl û îstixbarat in.

Rêxistinê got divê hikûmet, rêxistinên navneteweyî ku erka wan şopandina girtiyan e, destekê bidin koma xebatê, derbasî hemû girtîgehên fermî û nefermî yên di bin serweriya wan de bibin. HRW belge kir ku dibe hindek kesên ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine girtin an revandin, niha di hundirê navendên girtîgehan ên girêdayî QSD`ê de bin an jî bi tawana girêdanên bi DAIŞ`ê re yên ku ji aliyê MSD`ê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne birêvebirin de bin.

SERKEFTINA TÎMA XEBATÊ LI GORÎ TÊKILIYÊN WÊ YE

Human Rights Watch îşaret pê kir ku serkeftina tîma xebatê xwe dispêre têkiliyên wê yên di hundir û derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û di tîmê de divê endamên ji hundir û derveyî herêmê hebin. Erka wan ku parçeyê di bin serweriya MSD`ê li herêma bakur û rojhilat bi temamî bişopîne. Divê tîma nû berdevkekî fermî ji xwe re erkdar bike û bi awayekî sîstematîk geşedanên dawîn ên girêdayî xebat û pêşketinên xwe, ragihîne.

Li gorî rêxistinê ku ji destpêka têkbirina DAIŞ`ê ve li herêmê xebatên naskirina çarenûsa kesên ji aliyê rêxistina DAIŞ`ê ve hatine revandin, bi ser neketine. Ji ber rêveberiya siyasî û destekdayîna ji hikûmeta herêmî, her wiha koordînekirina xebatan tune bû. Ji ber wê divê tîma xebatê bi tîmên din re bikeve nava têkiliyê û li gorî xebatên wê di naskirina çarenûsa kesên ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine revandin, tev bigere, ji wan tîman "Tîma Destwerdana Destpêkê" li Reqayê. Xebatên wê ku cenazeyan ji gorên komî ku ji sala 2017`an ve li herêmê hatin dîtin, derxe û "Cewab" ku ew jî kombûna malbatên kesên ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine revandin e.

Her wiha Michael Page di dawiyê de wiha got: "DAIŞ’ê bi hezeran kes revandin, ji wan çalakvanên mafnas, bijîşk, rûspiyên herêmê da ku serweriya xwe ya li Sûriyê îsbat bike. Divê MSD vê pêngava erênî ya yekemîn bişopîne û li gorî doza ku demeke dirêj e hatiye paşguhkirin be."

(bx)