​​​​​​​2 efserên Sûriyê li Almanyayê tên darizandin

Pêncşema bê dê 2 efserên îstixbarata Sûriyê li pêş serdozgeriya Almanyayê bên darizandin. Ev yekemîn dadgehkirina e ku tê de binpêkirinên rêveberiya hikumeta Sûriyê tên darizandin.

​​​​​​​2 efserên Sûriyê li Almanyayê tên darizandin
21 nîsan, 2020   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Almanyayê diyar kir ku 2 efserên îstîxbarata Sûriyê ku yek ji wan Enwer Reslan e û bi pêkanîna binpêkirinan li Sûriyê tawanbar in, dê bên darizandin.

Beriya 5 salan, her du welatiyên Sûriyê Enwer Reslan (efserê îstîxbarata Sûriyê) û Enwer El-Binî (parêzerê ji Sûriyê) li supermarketeke mezin li Berlînê bi tesadûfî rastî hev hatibûn. Enwer El-Binî bi bîr dixe ku wan beriya 5 salan di girtîgehên Beşar El-Esed de hev dîtibû.

Di hevpeyvîna li gel AFP`ê de, parêzer Enwer El-Binî diyar kir ku darizandina wan efseran li Berlînê ku dê li dadgeha Koblans a Almanyayê pêk bê, dê ji bo rayedarên Sûriyê û yên ku binpêkirin pêk anîne, "nameyeke girîng" be.

Aktîvîstê mafên mirovan ê li Sûriyê Enwer El-Binî ku li Almanyayê wek penaber ji beriya 5 sal û nîvan ve dimîne, niha nîşan û şehadeyên li dijî rayedarên Sûriyê kom dike da ku dest bi şopandina zagonî bike.

Gelek dewletên ku di nava wan de Almanya û Fransa jî hene, bingeha "Eyaleta Zagonê ya Cîhanî" pêk tînin ku maf dide dewletekê ku kesên sûcên dijmirovî pêk anîne, dadgeh bike, bêyî ku eslên wan anku cihê ku sûc lê pêkanîne, li ber çavan bê girtin.

Tevî ku El-Binî nikare karê xwe yê parêzeriyê li Almanyayê dewam bike jî, lê belê di nava 700 hezar penaberên Sûriyê yên li Almanyayê de xwedî cihekî girîng e û karibû qurbaniyan îqna bike ku şehadeyên xwe bînin ziman.

Parêzerê Almanî Patrik Crocker ku nûnertiya 6 aliyên Sûriyê ku dibe 2 jin jî tev li wan bibin û yên di dadgehê de cihê xwe digirin, temsîl dike, diyar kir ku ev doz ne dozeke tolhildanê ye lê belê doza zanîna rastiyê ye.

Parêzer daxuyand ku qurbaniyên ku berê xwe daye dewletên cuda yên Ewropayê, dixwazin tevahî cîhanê zanibe çi li wê derê (Sûriyê) qewimî.

RASTHATINA RESLAN Û EL-BINÎ

Serhengê berê yê artêşa Sûriyê Reslan di sala 2012`an de ji artêşê veqetî û di 26`ê Tîrmeha 2014`an de gihîşt Almanyayê. Reslan bi girtina El-Binî di Gulana 2006`an de li mala wî ya li Şamê û ragirtina wî 5 salan di zindanê de tawanbar e. Di 2011`an de dema destpêkirina xwepêşandanan li Sûriyê, El-Binî serbest hatibû berdan.

Reslan û El-Binî li Berlînê hev dibînin ku bi tesadûfî dizanin ku her du di heman avahiya penaberiyê ya heman bajarî de dimînin ku yek beriya du mehan ji hatina yê din gihîştibû wir. El-Binî wiha dibêje: "Min ji xwe re got ez vê zilamî nas dikim, lê belê min tavilê bi bîr nexist."

Piştî çend mehan careke din li supermarketeke mezin rastî hev tên, lê belê vê carê El-Binî Reslan nas dike.

Sala 2016`an dema ku El-Binî dest bi komkirina nîşanan dike, dizane ku parêzerên Almanyayê doza Enwer Reslan dişopînin ku di Sibata 2019`an de li Berlînê hatibû girtin.

BI KUŞTINA 58 KESAN DI BIN ÎŞKENCEYÊ DE, TAWANBAR E

Dozgeriya Almanyayê, Enwer Reslan bi kuştina 58 kesan û îşkencekirina 4 hezar kesên din di Nîsana 2011`an de li beşê El-Xetîb ê ewlehiyê ku li Şamê rêveberiya wir dikir, tawanbar dike.

Parêzer Crocker piştrast kir ku hemû kesên ku dê şehadeyên xwe li dadgehê bibêjin, ji ber dan û standina xirab û ya hovane û demdirêj azar kişandine. Kesên hatibûn girtin bi tawanên wekî "beşdarbûna xwepêşandanan, kişandina dîmenên kombûyînan, komkirina dermanan ji bo nexweşan di xwepêşandanan de” hatibûn sûcdarkirin.

JI BER TIRSA LI SER XIZMÊN XWE YÊN LI SÛRIYÊ, BÊ DENG DIMÎNIN

Tevî ku qurbaniyên girtîgehên Sûriyê berê xwe da welatên Ewropayê jî, lê belê ji ber tirsa li ser xizmên xwe yên li Sûriyê û da ku zirar negihîne wan anku ji ber tirsa ji gefên ajanên Sûriyê yên li Ewropayê, bê deng dimînin.

Enwer El-Binî destnîşan kir ku derdorê hezar welatiyên Sûriyê hevkarên sûcên rejîma Sûriyê ne û niha li Ewropayê dimînin bêyî ku "metirsiyên wan çêbin".

Li ser girtîgeha El-Xetîb, El-Binî wiha dibêje: "Heta roja îro, li wir îşkence tê kirin."

Dê qurbaniyên girtîgehan her wiha ji ber kesên ku nikaribûn li dadgeha Koplansê amade bin jî biaxivin. Li gorî Crocker, ew kes dibe ku hîna girtî bin an tirsîne yan nikarin xwe bigihînin Ewropayê, yan jî ji ber îşkenceyê mirine.

(cx)

ANHA