Makenîzmaya diyarkirina bihayê genim û tedbîrên parastina mewsima heyî ji şewatan

Selman Barudo diyar kir ku ji bo diyarkirina bihayê kirîna genim di mewsima îsal de rêzecivîn bi aliyên têlidar re lidar ketin. Deste wê bihaya ceh di rojên bê de diyar bike. Desteyê hemû tedbîr girtine, depo jî ji bo wergirtina hilberînan amade ne. 

Makenîzmaya diyarkirina bihayê genim û tedbîrên parastina mewsima heyî ji şewatan
20 nîsan, 2020   06:52
QAMIŞLO-EKREM BEREKAT-BOTAN HISÊN

Rêveberiya Xweser a Bakur û  Rojhilatê Sûriyê di 14`ê Nîsanê de bihaya kirîna genim ji bo mewsima îsal diyar kir. Ji bo her kîloyekî 225 lîreyên Sûriyê ji bo pleya yekem hat diyarkirin. Di 18`ê Nîsanê de jî bihayên pleyên din; pileya duyemîn 222.75 lîreyên Sûriyê, pileya sêyemîn 220.53 lîreyên Sûriyê û pileya herî nizm bi 170 lîreyên Sûriyê.

Girêdayî makenîzmeya diyarkirina bihayê kirîna genim û girîngtirîn xebatên ku Rêveberiya Xweser ji cotkaran re pêşkêş kirine, ANHA’yê bi hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barudo re çêkir.

MAKENÎZMEYA DIYARKIRINA BIHAYAN

Barudo girêdayî vê mijarê ev tişt diyar kir: "Piştî lidarixstina rêzecivînan bi gerînendiyên çandinî, komîte, yekitiyên cotkaran û Şirketa Pêşxistina Civaka Çandinî û Desteya Rûspiyan a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bihayê kirîna genim hate diyarkirin. Di wan civînan de nirxandinên kur û têr girêdayî lêçûna rastîn a donima genim hatin pêşkêşkirin."

Barudo wiha domand: "Piştî bidawîkirina lidarxistina civînan liser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin û pêşniyarên wan civanan ji Desteya Abor û Çandiniyê û Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hate rakirin. Di 14`ê Nîsanê de civînek ji bo nirxandina pêşniyaran hate lidarxistin. Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokatiya Desteya Aborî  û Çandiniyê, hevserokatiya Desteya Malî, hevserokatiya Yekitiya Cotkaran a Rêveberiyên Xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li civînê bûn. Di civînê de bihayê kîloya genim ji cureya baş bi 225 lîreyên Sûriyê hate diyarkirin."

BIHAYÊ CEH

Barudo destnîşan kir ku bihayê ceh wê piştî lidarxistina mîna wan civînan di rojên bê de were diyarkirin.

HEMÛ TEDBÎR HATINE GIRTIN

Girêdayî amadekariyên wergirtina hilberîna îsal, hevserokê Desteya Aborî û Çandinyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barudo got: "Li cem me 26 depo li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûn. Ji wan 6 li Serêkaniyê û Girê Spî ne. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê desteser kirin. Niha 20 navend mane. Di sala borî de 550 hezar ton hatin kirîn. Niha di depoyan de 500 hezar ton hene ew jî pêwîtiya me ya yedek e."

Barudo bal kişand ser ku tevahiya tedbîr ji bo parastina hilberînê hatine girtin; depo hatine dezenfektekirin û amadekirin.

DESTEKA JI COTKARAN RE HATIYE PÊŞKÊŞKIRIN

Têkildarî desteka ku ji cotkaran re hatiye pêşkêşkirin Barudo got: "Di sala borî de 550 hezar ton genim hatin kirîn. Ji bo peydakirina tov ji welatî û cotkaran re di mewisma îsal de hatin depokirin. Hinek jê ji bo ard ji salên bê re hate veqetandin. Tov jî bi dermanên guncew hatin dezenfektkirin û amadekirin  û turikên bi pîvana 50 kg hatin tijîkirin. Ev tov bi bihaya 180 lîreyên Sûriyê ji her kîloyekê re hatin belavkirin. Ruxmî ku lêçûna wê ji wê zêdetir bû û gihaşt 200 lîreyên Sûriyê."

Li gorî Barudo beşa yekemîn a semad ji cureyên fosfat, Yorya sar û semadên komplêx bi bihayên lêçûnê hatin belavkirin.

TEDBÎR LI DIJÎ ŞEWATAN HATIN GIRTIN

Di sala borî de ji ber şewatên di nav hilberînan de bi hezaran hiktarên genim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewitî. Girêdayî wê Barudo got: “Ji rêgirtina li pêşiya vê xeteriyê wek deste me perspektîv dan tevahiya komîteyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku dermanên li dijî şînatiyên bizirar li ser aliyên rêyan biraşînin. Ev şînatî di sala borî de bû sedema bingehîn a şewatan.”

Barudo bang li cotkaran kir ku hilberînên xwe biparêzin û dora zeviyên xwe yên nêzî rêyan bajon.

Desteya Şaredariyan û Parastina Hawîdorê 60 erebeyên agirvemirandinê ji bo rêgirtina li pêşiya pêkanîna şewatan li herêmê bigire, veqetandin û dê li tevahiya deverên herêmê belav bike. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn wê dewriyên xwe û nuqteyên xwe li ser rêyên bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t1uj5q_NCp4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>