Mijarên rojanameyên Erebî yên hefteya borî

Li gorî çavdêran, niyeta Tirkiyê heye ku derbarê çeteyên "Tehrîr El-Şam" de serî ji Rusyayê re daxe. Lê dîsa Tirkiye bi rêya guhertina navê vê komê hewl dide lîstokek din bilîze. Lewma êdî rewşa Idlibê bûye mîna xêzkirina sînor di navbera Tirkiyê û Rusyayê de. Der barê Iraqê de ji ber desteka hundir û derve şansê El-Kazimî ji bo avakirina hikûmeta nû bilind bû.

Mijarên rojanameyên Erebî yên hefteya borî
19 nîsan, 2020   04:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên vê hefteyê behsa rewşa Idlibê, aloziya avakirina hikûmeta Iraqê, encam û bandora Koronavîrusê li Tirkiyê kirin.

EL-EREB: TEHRÎR EL-ŞAM DITIRSE KU TIRKIYE LI IDLIBÊ DEST JÊ BERDE

Rojnameyên Erebî derbarê geşedanên li Sûriyê de nivîsîn, bi taybet derbarê rewşa li Idlibê de. Derbarê mijarê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Van rojan, di nava refên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) de liv û tevger û fikar zêde bûne. Tirseke mezin heye ku Tirkiye bikeve bin fişarên Rûsyayê û bixwaze Tehrîr El-Şam bide aliyekî. Jjixwe ev yek ji mercên lihevhatina agribesta Idlibê ye ku beriya mehekê dest pê kiriye.”

Çavkaniyên li Idlibê û derdora wê dibêjin ku komên di bin banê Tehrîr El-Şam de hêzên xwe li herêmên di bin destên wan de belav kirine, di heman demê de Tirkiyê jî hêzên zêde dikişîne herêmê.”

Çavkanî dibêjin ku Tehrîr El-Şam di nava du rojên dawiyê de dest bi girtina kesên dijber ên di nava refên xwe de kiriye. Her wiha 3 alayên leşkerî yên nû ava dike, bendên kontrolê, bi taybet ên nêzî rêya navdewletî M4 asê dike. Xuya ye ku ev hemû amadekarî û tedbîrên wê ne ku dibe Tirkiye êrişeke li dijî wê pêk bîne, wê bide alî û hin hêzên din bide pêş.

Liv û tevgera Tirkiyê tirs û guman xistiye nava serkirdeyên Tehrîr El-Şam ku dibe Tirkiye pişta xwe bide wan. Jixwe piştî rêzekiryarên kuştina lîder û endamên komê, êdî ev tirs û guman zêde bûne. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku dadwerekî Tehrîr El-Şam û kesekî li bajarê Kefer Texarîm ê bakurê rojavayê Idlibê, di teqîne bombeyekê de hatin kuştin.

Çavdêr dibêjin ev rêzekuştinên li endam û lîderên Tehrîr El-Şam, ji lihevhatinên Rûsya û Tirkiyê ne dûr in. Bi taybet ku hinek lîderên komê li dijî van lihevhatinan in û naxwazin desthilata xwe li herêmê winda bikin.

ŞERQ EL-EWSAT: BARÎKAT Û XENDEK DI NAVBERA RÛSYA Û TIRKIYÊ DE TÊNE DANÎN

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Hêzên rejîma Sûriyê û Rûsyayê ji aliyekî ve, dewleta Tirk û komên alîgirên wê ji aliyekî din ve barîkat û xendekan li bejahiyên Idlib, Hema û Helebê datînin da ku eniya şer a di navbera her du aliyan de li bakurê rojavayê Sûriyê diyar bikin.”

Rojnameyê li ser zimanê çalakgeran da zanîn ku hêzên rejîmê bi hêzên Rûsyayê re barîkatên axê, kolandina xendek û nuqteyên nobetdariyê ji rojavayê Hemayê heta bakurê bajarên Hifaya, Tîbê, Îmam û Soran heta bi başûrê Helebê ava kirine. Bi wê re jî ev yek dişibe nexşekirina sînorê sewriyê yê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de nexasim jî ev xendek li pişt nuqteyên Tirkiyê tên kolandin.

Hêzên rejîmê beriya çend rojan hin parçeyên rêya di navbera bajarên Heleb û Hemayê de ku zirar dîtine, sererast kirin.

EL-EREB: PIŞTEVANIYA HUNDIRÎN Û DERVE RÊ LI BER AVAKIRINA HIKUMETA IRAQÊ VEDIKE

Têkildarî Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Serokwezîrê Iraqê yê erkdarkirî Mistefa Kazimî hewl dide piştgiriya siyasî ya sunnî û Kurdan ku bi dest xistiye, vegerîne kaxiza fişarê li dijî aliyên şîe ku erka wî ya avakirina hikumetê di navbera 25 rojan de asteng dike."

Hêzên siyasî yên sunnî û Kurd ên piştevaniya xwe ji Kazimî re beriya hêzên şîe li ser navlêkirina namzetiya serokwezîriyê aram bibe, ragihand. Çavdêr dibînin ku hêzên şîe yên alîgirên Îranê der barê bidestxistina çi derfetekê ya vekişîna ji piştevaniya Kazimî dudilî nabe, ji ber ku bi “alîgir û hevalbendê DYA’yê” li herêmê hatiye tawanbarkirin.

DYA piştevaniya xwe ji Kazimî re ku wek hevsengiyekê di siyasetê de çêdike, venaşêre. Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompoe got welatê wî bi girîngî li avakirina hikumeta Iraqê ya nû dinêre ku karibe li hember Koronavîrusê (Covid-19) bisekine û aboriya li ser welat astengî çêkiriye, sivik bibe û her wiha çekan bixe bin serweriya dewletê.

Pompoe da zanîn ku rêveberên siyasî yên şîe, sunnî û Kurd ku gihaştine lihevkirina di nêrîna avakirina hikumetê de, pêşwaz dikin, her wiha bi hêvî ne hikumeta nû berjewendiyên Iraqê beriya her tiştî pêk bîne.

Di pişt perdeyan de tê gotin ku bernamzetiya Kazimî bi hewldana bidestxistina demê ye, ji ber hedefa hêzên şîe yên alîgirên Îranê mayîna hikumeta niha ya serbixwe ya ku Adil Abdulmedî serkêşiya wê dike. Lê belê sunnî û Kurd vê carê tenê çavdêr namînin.

Cîgirê di parlamentoyê de ku nêzî serok Mihemed El-Helbosî ye, got hêzên şîe li Kazimî nanihêrin ku bernamzetiyeke eşkere ye, alîgiriya sunnî û Kurdan heta beriya erkdariya wî nîşaneyeke aşkera ye.

Her wiha ji Kazimî re piştevaniya bêşert ji 3 aliyên hêzên şîe yên sereke ve heye, dê jê re deng bidin. Ew jî bloka Saîron ku Muteda El-Sedr serkêşiya wê dike û Tiyara El-Hikme ya bi serkêşiya Emar El-Hekîm û Itîlafa El-Nesir a bi serkêşiya Heyder El-Ebadî ye.

Li gel dengdayîna parlamenterên sunnî û Kurd dê ji Kazimî re di rûniştina bawerîpêdayînê de hêsantir bibe, heta ku tevahî hêzên alîgirên Îranê li dijî wê bin.

Endamê rêveber ê koalîsyona hêzên Iraqê ya bi serkêşiya El-Helbosî Heyder Mela diyar kir ku dibe ku Kazimî di kabîneyê de heta 10 rojan bi ser bikeve.

 EL-EYN: MUXALIFEKÎ TIRK; ÎSTÎFAKIRINA WEZÎRÊ HUNDIRÎN NIXUMANDINA BINKETINA ERDOGAN E

Der barê Tirkiyê de rojnameya El-Eyn li ser zimanê muxalifekî Tirk wiha nivîsand: "Şanoya îstîfakirina wezîrê hundirîn Suleyman Soylu nixumandina binketina Erdogan e."

Aykut Erdogdu cîgirê serokê CHP’ê yê partiya herî mezin a opozîsyonê li Tirkiyê ye û parlamenterê bajarê Stenbolê ye, di twittekê de wiha got: "Suleyman Soylu hewl da li ser binketina Erdogan binixumîne, ji ber wê perspektîfên ferzkirina qedexekirina derve ji nişka, bû sedema aloziyeke mezin."

Erdogdu wiha got: "Belê, hedefa sereke ji şanoya îstîfakirinê nixumandina li ser Erdogan e ku biryara ‘îna reş’ daye. Îstîfaya şeklî hedefa wê ji ber Erdogan ve berpirsyariyê rake."

Tê destnîşankirin ku ragihandina ji nişka ve der barê biryara qedexekirina derketina derve de, bû sedema rewşeke tirs û xofê, her wiha welatiyan lez da kirîna pêdivî û depokirinê, bi wê re jî nakokî di navbera şêniyan de zêde bûn.