Bihayên genim hatin diyarkirin

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê bihayên radeyên dîtir ên berhema genim ên werza îsal, aşkera kirin. Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê jî diyar kir ku ji bo parastina werza çandiniyê di dema çinînê de, wan gelek tedbîr girtine.

Bihayên genim hatin diyarkirin
18 nîsan, 2020   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser di 14`ê Nîsanê de civînek li dar xistibû û bihayê kirîna genim ji bo îsal bi 225 lîreyên Sûriyê diyar kiribû. Îro jî Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê li cihê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo, bihayên radeyên dîtir ên genim diyar kirin. Her wiha desteyê diyar kir ku ji bo parastina werza çandiniyê wan gelek tedbîr girtine.

Cîgirê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Mehmûd Mihemed di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku wan bi hevkariya şaredariyên gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina werza çandiniyê gelek tedbîr girtine ku yek ji wan reşandina dermanên gihayên bizerar li rêyên hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Mihemed destnîşan kir ku Desteya Şaredariyan ji bo derketina rewşên şewatê li herêmê, 60 erebeyên agirkujiyê amade kirine û dê li seranserî herêma Cizîrê bên belavkirin. Her wiha dê Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewriye û nuqteyên xwe li rêyên bajar û navçeyên herêma Cizîrê, zêde bikin.

Mihemed diyar kir ku ji bo hêsankirina karê cotkaran di dema qedexeya derketinê de, Rêveberiya Xweser gelek tedbîr girtine. Li gorî wê dermanxaneyên çandiniyê û yên lawiran ji saet 08:00`ê sibehê heta saet 13:00`an vekirî bimînin. Her wiha dikanên restorekirina alavên çandiniyê ji saet 17:00`an heta saet 01:00`ê dê bên vekirin û xwediyê alava çandiniyê li gorî noteke Desteya Aborî û Çandiniyê, dikare di bendên kontrolê re derbas bibe.

Hevseroka Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê Nebîle Xelîl jî diyar kir ku piştî rêzecivînên li dar xistine, şîrketê bihayên radeyên dîtir ên berhema genim di werza çandiniyê ya îsal de aşkera kirin û wiha got: "Radeya yekê di 14`ê Nîsanê de hat diyarkirin, piştre bihayê radeyên dîtir li gorî her kîloyeke genim hatin diyarkirin. Li gorî wê, radeya yekê bi 225 lîreyên Sûriyê, ya duyemîn bi 222.75 lîreyan, a sêyemîn bi 220.53 lîreyan û ya çaremîn dê li gorî jimartinê be û bihayê herî kêm dê 170 lîreyên Sûriyê be.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bpz3HFaEoP0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>