​​​​​​​Cenazeyên 2 şehîdan li Hesekê hatin oxirkirin

Malbat û hevalên şehîd Mecd Nezal Mehmûd û şehîd Zibêr Hemdîn Hemo cenazeyên her du şehîdan li Goristina Şehîd Dijwar a Hesekê spartin axê.

​​​​​​​Cenazeyên 2 şehîdan li Hesekê hatin oxirkirin
18 nîsan, 2020   11:25
HESEKÊ

Cenazeyê şehîd Mecd Nezal Mehmûd (Kosovî) ku di encama nexweşiyê de şehîd bûbû û cenazeyê Zibêr Hemdîn Hemo (Goran Hesekê) ku di şerê Berxwedana Rûmetê yê li navçeya Serêkaniyê de şehîd bûbû, ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê hatin wergirtin.

Merasîma oxirkirnê bi beşdariya malbatên her du şehîdan û hin endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê li dar ket. Malbatên her du şehîdan li gorî biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya qedexeya derketina derve, tev gerîn.

Her du şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" hatin oxirkirin.

(eh)

ANHA