Li Filistîn û Îsraîlê rewşa dawîn a pandemiya Koronavîrusê

Li Filistînê 3 kesên din bi Koronavîrusê (Covid-19) mirin û 313 kesên din jî bi vîrusê ketin. Li Îsraîlê jî 105 kes mirine û 13 hezar û 107 kes jî bi vîrusê ketine.

Li Filistîn û Îsraîlê rewşa dawîn a pandemiya Koronavîrusê
18 nîsan, 2020   10:27
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku li Filistînê 6 kesan ji ber vîrusa koronayê ya nû jiyana xwe ji dest daye û li Dîfa El-Xerbiye 313 kes jî bi vîrusê ketine û 3 kes pê mirine.

Wezaretê aşkera kir ku li Qudsê haleteke wefatê heye û 2 kes jî bi vîrusê ketine û yên din li Dîfa El-Xerbiye ne.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî parve kir ku li welat hejmara kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye 158 e, di heman demê de hejmara kesên bi vîrusê ketine, gihaşt 13 hezar û 107 kesan.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rewşa 167 kesan xeternak e, her wiha 118 kes jî li ser menfesê ne. Wezaretê her wiha amaje pê kir ku tê texmînkirin ku 3 hezar û 247 kes jî baş bûne.

(eh)

ANHA