​​​​​​​Li Hewlêrê xwepêşandanên li dijî desthilatê

Li Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê dikandar daketin qadan û banga vekirina dikanan kir.

​​​​​​​Li Hewlêrê xwepêşandanên li dijî desthilatê
18 nîsan, 2020   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan dikandar li Hewlêrê daketin kolanan.  Xwepêşandêran xwest ber bi avahiya parêzgeriya Hewlêrê ve biçin lê hêzên ewlehiyê rê li pêşiya xwepêşandêran girt.

Dikandaran banga sivikkirina tedbîrên qedexeyê û careke din vekirina dikanên xwe kir.

Hêjayî gotinê ye ku piştî li gelek parêzgehên herêmê vîrusa koronayê berbelav bû, desthilata herêma Kurdistanê biryara girtina sûkê da, her wiha ji nîvê Adara borî ve qedexeya derketina derve ferz kir û bi hemû awayan kombûn qedexe kir.

(eh)