Şaredariya Gel a Qamişlo dest bi dezenfektekirina xanên sewalan kir

Hemleyên paqijyê û dezenfektekirinê dewam dikin. Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo îro dest bi paqijkirin, dezenfektekirin û barkirina bermahiyên sewalên li xanên taxa Cimayê kir. Her wiha ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê û nexweşiya laşmanyayê ku ji ber bermahiyên sewalan çêdibe, tîmên dezenfektekirinê şandin wê derê.

Şaredariya Gel a Qamişlo dest bi dezenfektekirina xanên sewalan kir
Şaredariya Gel a Qamişlo dest bi dezenfektekirina xanên sewalan kir
Şaredariya Gel a Qamişlo dest bi dezenfektekirina xanên sewalan kir
Şaredariya Gel a Qamişlo dest bi dezenfektekirina xanên sewalan kir
Şaredariya Gel a Qamişlo dest bi dezenfektekirina xanên sewalan kir
Şaredariya Gel a Qamişlo dest bi dezenfektekirina xanên sewalan kir
Şaredariya Gel a Qamişlo dest bi dezenfektekirina xanên sewalan kir
Şaredariya Gel a Qamişlo dest bi dezenfektekirina xanên sewalan kir
18 nîsan, 2020   09:59
QAMIŞLO

Piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 23`yê Adara borî de qedexeya derketina derve ragihand, Şaredariya Gel a Qamişlo ji 15`ê Sibatê ve dest bi paqijkirin û dezenfektekirina rêyên serekê yên bajar û çemê Ceqceq kir. Hemle hîna jî berdewam e.

Şaredariya Gel ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê (Covid-19) û nexweşiya laşmanyayê ku ji ber bermahiyên sewalan çêdibe, dest bi paqijkirin û dezenfektekirina rêya sereke ya taxa Cûdî û taxa Cimaya û xanê sewalan kir.

Piştî barkirina bermahiyan, tîmên dezenfektekirinê kolanên taxê dezenfekte kirin.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a kantona Qamişlo Mesûd Yûsif li ser mijarê wiha got: "Di vê demê de nexweşiya laşmanya çêdibe, lewra dê dermanê vê nexweşiyê bê belavkirin."

Yûsif bang li şêniyên taxê kir û got: "Bi me re alîkar bin û gilêşê bi rengekî belave neavêjin. Bi vî rengî em ê bigihêjin encameke baş."

sb

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/S0yjvCajVB8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>