Li Idlibê çeteyên Cebhet El-Nusra xeteke bazirganiyê bi rejîmê re vedike

Çeteyên Cebhet El-Nusra û hêzên hikumeta Sûriyê amadekariya vekirina dergeheke bazirganiyê li nêzî bajarê Seraqib ê li ser rêya M4 ê rojhilatê Idlibê dikin.

Li Idlibê çeteyên Cebhet El-Nusra xeteke bazirganiyê bi rejîmê re vedike
18 nîsan, 2020   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku niha amadekariyên vekirina dergeheke bazirganiyê di navbera Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra) û hêzên hikumeta Sûriyê de li nêzî bajarê Seraqib ê li ser rêya M4 a navneteweyî li rojhilatê Idlibê tê kirin.

Li herêmên ku çeteyên Tehrîr El-Şam dagir kirine, sebze û berhemên çandiniyê zêde biha ne. Vekirina dergehê li ser berteka bangên şêniyan ên girtina tevahî dergehên bi ser herêmên serweriya rejîmê ve piştî berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê li herêmên wan, pêk hat.

Di heman çarçoveyê de SOHR’ê diyar kir ku şêniyên Idlib û bejahiya wê der barê vekirina dergehê bi rejîmê re mixabiniyên xwe anîn ziman ku bi serweriya rejîmê li herêmê itîraf dike.

Hêzên hikumeta Sûriyê di Sibata borî de li herêma Seraqib a rojhilatê Idlibê bi pêş ve çûn û serwerî li Nêreb a li ser rêya Heleb-Laziqiyê kir û rêya M4 derbas kir.

(fr)