Koalîsyona Erebî: Hûsiyan moşekeke balastîk avêt sivîlên li Meîrebê

Koalîsyona Erebî ya li Yemenê ragihand ku Hûsiyan bi moşekeke balîstîk êrişî sivîlên li bajarê Meîrebê kiriye.

Koalîsyona Erebî: Hûsiyan moşekeke balastîk avêt sivîlên li Meîrebê
18 nîsan, 2020   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Was ragihand berdevkê hêzên Koalîsyona Erebî Tirkî El-Malikî daxuyand ku Hûsiyan sivîlên li bajarê Meîrebê kir armanc û moşekeke balîstîk avêt bajêr.

Tirkî El-Malikî anî ziman ku bikaranîna moşeka balîstîk û hedefgirtina sivîlên li bajêr piştrast dike ku milîs însiyatîfên agirbestê û sivikkirina şer red dikin. Tê zanîn ku fermandariya hêzên hevbeş ên Koalîsyona Erebî herî dawî agirbest ji bo 2 hefteyan ragihandibû.

Tirkî El-Malikî îşaret pê kir ku fermandarê hêzên hevbeş ên koalîsyonê sivîlên li Yemenê ji milîsan diparêze û piştrast dike ku ew ê piştgiriya nûnerê taybet ê NY’yê Yemenê bike heta ku bigihêje çareseriyeke siyasî û pabendî agirbestê bin.

(eh)