Li Çînê pandemiya Koronavîrusê ji nû ve bi xurtî lê vedigere

Koronavîrus hîn jî li cîhanê berbelav e û jiyana sivîlan dixe tehlûkê, lewma hejmara kesên bi vîrusa "COVID-19" ketine gihaşt 2 milyon kesan û heta vê kêliyê li derdora cîhanê 154 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Çînê pandemiya Koronavîrusê ji nû ve bi xurtî lê vedigere
18 nîsan, 2020   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî ku li cîhanê bergiriyên pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê têne girtin lê hîn jî tavilê li seranserî cîhanê berbelav dibe û hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaşt 2 milyon û 251 hezar û 768`an, 574 hezar û 383 kes baş bûne, 154 hezar û 295 kes jî mirine.

Serjimariya dawîn a Koronavîsurê ev e:

DYA`yê ya ku di meha Şibatê de haleteke wefatê tomar kiriye, her wiha di nava 24 saetan de hejmara kesên bi vîrusê mirine gihaşt 29 hezar û 85 kesan bi vê yekê ji eslê 683 hezar û 786 kesan 34 hezar û 575 kes mirin, di heman demê desthilatan ragihand ku herî kêm 56 hezar û 546`an baş bûne.

Piştî meclisa bajarê Wuhanê tedbîrên têkildarî hejmara qurbaniyan de ragihand li Çînê hezar û 290 kesên nû bi vîrusê ketibûn, bûn qurban.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê jî 30 haletên nû û 4 kesên jiyana xwe ji dest daye tomar kirin.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn haleta wefatê tomar kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Misirê jî 171 halet tomar kirin, di heman demê de 646 kes baş bûn.

Li Afrîkyayê jî  ji meha Kanûnê  ve û heta niha  bi hezaran kesan ji ber vîrusa Koronayê ya nû  jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tenduristiyê ya Mexribê parve kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 281 kes bi vîrusê ketine û bi vê yekê hejmara giştî gihaşt 2 hezar û 564 kesan.

Wezareta parastinê ya Fransayê diyar kir ku hezar û 81 kes ji taximên balafirên Charles de Gaulle testa wan pozîtîf e.

Her wiha li nexweşxaneyên Brîtanyayê jî 14 hezar û 576 kes mirine û li Îtalyayê jî piştî 355 kes bi vîrusê ketin, hejmar kêm bû û  575 kesan jî jiyana xwe da.

Li Holandayê jî 144 kes mirin û hezar û 235 kesên din bi vîrusê ketin. Li Rusyayê jî 32 hezar û 8 kes bi vîrusê ketine.

Wezartê Tenduristiyê ya Qeterê 560 haletên nû tomar kirin, li Kuwêtê jî di nava 24 saetan de 134 halet hate tomarkirin, li ser vî esasî hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaşt hezar û 658`an.

Îranê duh parve kir ku 89 kes mirine û hejamra kesên mirine gihaşt 4 hezar û 958 kesan.

(eh)