Malbatên girtiyên siyasî : Rêxistinên navneteweyî berpirsên rewşa zarokên me ne

Di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de sê girtî ji ber Koronavîrusê mirin. Malbatên girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de li ser jiyana zarokên xwe ditirsin. Malbatan bang li rêxistinên navneteweyî kir ku zextê li hikumeta Tirkiyê bikin da ku girtiyan serbest berdin û rê li pêşiya Tirkiyê bigirin ku girtîgehan veneguherîne qada darvekirina girtiyên siyasî.

Malbatên girtiyên siyasî : Rêxistinên navneteweyî berpirsên rewşa zarokên me ne
Malbatên girtiyên siyasî : Rêxistinên navneteweyî berpirsên rewşa zarokên me ne
Malbatên girtiyên siyasî : Rêxistinên navneteweyî berpirsên rewşa zarokên me ne
Malbatên girtiyên siyasî : Rêxistinên navneteweyî berpirsên rewşa zarokên me ne
Malbatên girtiyên siyasî : Rêxistinên navneteweyî berpirsên rewşa zarokên me ne
18 nîsan, 2020   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED-ŞERVÎN MISTEFA

Dewleta Tirk a dagirker di 13`yê Nîsanê de biryar da ku zêdetirî 90 hezar girtiyên ku zarok tecawiz kirine, dizî kirine, kes kuştine berdin. Ev biryar qaşo di çarçoveya pêşîlêgirtina li Koronavîrusê de hat girtin. Lê bi 10 hezaran girtiyên siyasî,  rojnamevan, çalakvan û muxlif ji qanûnê bêpar mane.

Rêxistina Human Rights Watch û Rêxistina Efû ya navneteweyî biryara ku girtiyên siyasî, rojnamevan, siyasetmedar û parêzeran istisna dike şermezar kir û bang li hikumeta Tirkiyê kir ku biryarên xwe di ber çavan re derbas bike.

Li gorî daxuyaniyên wezîrê dadê yê Tirkiyê Abdulhemîd Gul roja Yekşemê sê girtî di girtîgehan de ji ber Koronavîrusê mirine û 13 girtiyên din nexweş in.

ANHA hevdîtin bi malbata Senco re çêkir. Ev malbat li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimîne. Dewleta Tirk a dagirker ji sala 1996`an ve kurê wê Idrîs Senco li eyaleta Mêrdîn li Bakurê Kurdistanê digire. Hikumeta Tirkiyê bi tewana çalakiya siyasî û endamtiya komên “terorîst” ew darizandiye.

Idrîs Senco kurê mezin ê malbata Abudlrehman Senco ye. 6 bira û 5 xwişkên wî hene. Di sala 1991`an de tev li çalakiya siyasî bû û li rojavayê bajarê Meletiyê hate girtin.

Li gorî malbatê Idris ji 24 salan ve di girtîgehên Tirkiyê de ye. Desthilatên Trkiyê ew rakirine girtîgeha Albistan li Mareşê. Li gorî ku birayê wî Kemîran Senco bibîr xistiye, rewşa tenduristiya Idris ne baş e. Ji ber gelek nexweşan; tansyon, şekir û rebo zehmetiyan di girtîgehê de dikişîne li gel tunebûna pêdiviyên tenduristî di girtîgehê de.

 

METIRSIYÊN MALBATÊ PIŞTÎ DERKETINA KORONAVÎRUSÊ DI GIRTÎGEHÊN TIRKIYÊ DE ZÊDE BÛN

 

Kemîran destnîşan kir ku metirsiyên malbatên piştî derketina Koronavîrusê di girtîgehên Tirkiyê zêde bûn. Bi taybet ji ber ku Idris ji destpêka girtinê ve bi rebo ketiye.

Girêdayî qanûna ku hikumeta Tirkiyê ji bo serbestberdana girtiyan derxistiye Kemîran Senco got: "Hikumeta Tirkiyê bi rêya vê qanûnê hewl dide hinek aliyên nêzî AKP, girtiyên dozên cirm berde û serbestberdana girtiyên siyasî ji bo pêkanîna armancên xwe paşguh dike."

Kemîran Senco bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan  û rêxistinên NY`î kir ku bilebitin û zextê li desthilatên Tirkiyê bikin da ku qanûna derxistiye ji bo girtiyan re derbasdar be. Bi taybet girtiyên siyasî.

Di dawiyê de Kemîran Senco bang li wan rêxistinan kir ku berpirsyariyên xwe li hember bi hezaran girtiyên siyasî di girtîgehên Tirkiyê de werbigirin.

Desthilatên Tirkiyê piştî derbaskirina wê qanûnê mezintirîn zilamên mafya Tirkiyê bi navê Elaadîn Kaskîsî piştî 16 salan berda. Bi hinceta ku qerebalixa di girtîgehan de sivik bike. Ruxmî bangawaziyên navneteweyî jî lê hikumeta Tirkiyê tu gav ji bo serbestberdana girtiyên siyasî neavêtin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dJl1aeMfECY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>