Li Sûriyê 5 kesên din bi Koronayê ketin

Hikûmeta Sûriyê ragihand ku li Sûriyê 5 kesên din bi Koronavîrusê ketine. Hejmara kesên ku bi vîrusê ketine bû 38.

Li Sûriyê 5 kesên din bi Koronayê ketin
17 nîsan, 2020   18:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Sûriyê ragihand ku 5 kesên din bi Koronayê ketin, hejmara kesên ku li Sûriyê bi vîrusê ketine derket 38 û 2 jî berê mirin.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku di 2‘yê Nîsanê de kesek li Nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Qamişlo ji ber Koronayê mir. Desteyê got, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û hikûmeta Sûriyê ji derketin û belavbûna vîrusê li herêmê berpirsyar in.