Li Îranê 89 kesên din bi Koronavîrusê jiyana xwe ji dest dan

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Dr. Kiyanûş Cîhanpûr ragihand ku li Îranê 89 kesên din ji ber Koronavîrusê jiyana xwe ji dest dan. Hate gotin ku heya niha li seraserê Îranê 79 hezar û 494 kes jî bi Koroanayê ketine.

Li Îranê 89 kesên din bi Koronavîrusê jiyana xwe ji dest dan
17 nîsan, 2020   11:22
NAVENDA NÛÇEAYAN

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Kiyanûş Cîhanpûr bi daxuyaniyekê ragihand ku li Îranê 89 kesên din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî hejmara kesên li Îranê mirine gihîşt 4 hezar û 958 kesan.

Li gorî daxuyaniyê di nava 24 saetên dawî de hezar û 499  kesên din jî bi Koronavîrusê ketine. Hejmara kesên bi vîrûsê ketine bû 79 hezar û 494 kesan.

Rewşa 3 hezar û 563 kesên bi vîrûsê ketine xerabe.