Li Şehbayê çandinî pêş dikeve

Hejmarek malbatên efrînî yên ku ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê koçberî herêma Şehbayê bûne, projeyek çandiyekê bi rêve dibin ku salane bi sed hezaran şitlan derdixîne.

Li Şehbayê çandinî pêş dikeve
Li Şehbayê çandinî pêş dikeve
Li Şehbayê çandinî pêş dikeve
Li Şehbayê çandinî pêş dikeve
Li Şehbayê çandinî pêş dikeve
Li Şehbayê çandinî pêş dikeve
Li Şehbayê çandinî pêş dikeve
17 nîsan, 2020   06:40
ŞEHBA – CAFER CAFO – XANDÎ ELO

Bi hezaran şêniyên kantona Efrînê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man, mîraseya bav û kalên xwe li pey xwe bihêlin û ber bi kantona Şehbayê ve biçin. Şênî dibêjin ku tekane rêya rizgarkirina Efrînê û vegera li warê xwe berxwedan e.

Şêniyên kantona Efrînê, li Şehbayê jiyana xwe ji nû ve bi rêxistin kirin û jiyan li Şehbayê zindî kirin ku di dema êriş û dagirkirina di her aliyan de wêran bibûn, bi taybet di warê çandiniyê de.

 

ŞITILGEHEKÎ ÇANDINÎ LI ŞEHBAYÊ GEŞ KIR

 

Bi mebesta geşkirina beşê çandiniyê li Şehbayê, hejmarek malbatên efrînî beriya du salan li kantona Şehbayê şitligeheke ava kirin. Şitilgeh bi sed hezaran şil û gelek cûreyên çandiniyê berhem dide.

10 malbat di şitilgehê de kar dikin. Şitilgeh salane gelek cûreyên keskahî ji darên berhhemdar û yên xemilandinê berhem dide. Mîna zeytûn, fisteqên helebê, rez, hejîr û serû, lemên bacan, xiyan, îsot, dolme û baçana reş û hwd.

Elaqeya mezin a şêniyên Efrînê bi çandiniyê re wekî bersivekî ji binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî xwaza Efrînê ye.

Li gorî berpirsên projeyê, çandinî bi du şêweyan pêk tê. Ya yekemîn di meha Çile û Sibatê de li ser axê têne çandin û ya duyemîn jî di kîsan de têne çandin ku di nava zêdeyî 4 mehan de dimîne. Piştre jî kîsan dixin axê. Çandiniya bi herdu şêweyan hefteyê du caran tê avdan.

 

MILYON ŞITLÊN ZEYTÛNAN, BI HEZARAN LEMÊN ZEBZEYAN

 

Berpirsên projeyê her wiha diyar kirin ku heta niha zêdeyî milyon şitlên zeytûnan, zêdeyî hezar şitkên darên berhemdar û hîrac û bi hezaran lemên zebzeyan çandine.

Berhemên projeyê  pêwîstiya cotkarna ji şitlan bi cih tîne û qada çandinî li kantona Şehbayê geş dike.

 

‘ÇAWA MASÎ NIKARE DÛRÎ AVÊ BIJÎ, EM JÎ NIKARIN DÛRÎ ÇANDINIYÊ BIJÎN‘

 

Kesên di projeyê de kar dikin behsa qezenciya madî ya projeyê nakin, dibe ku xema wan a dawî ew e ku çandinî beşek ji çanda pêşeyan wan e.

Cotkarê bi navê Mihemed Qeda dibêje: "Ji destpêka ku em ji kantona Efrînê hatin koçberkirin, em di çandiniyê de kar dikin. Komên çete li Efrînê daran qut dikin û zeviyan talan dikin. Em dixwazin karê xwe berdewam bikin ji ber ku çanda me ye."

Qeda her wiha domîne: "Em nikarin dûrî çandiniyê bijîn, çawa masî dema ji avê derket dimire, em jî birmin heger em ji çandiniyê dûr bikevin."

Têkildarî mekanîzmeya kar di şitilgehê de Mihemed Qeda ev tişt anî ziman: "Em tov ji şêniyên kantona Şehbayê dikirin. Diçînin, av didin û di Çile û Sibatê de av didin. Li aliyekî din em daran dikesixînin û şaxên berhemdar di kîsan de diçînin. Ji bo zeytûnan jî em daran dikesixînin, şaxên durist radikin û di baxçûeyên sergirtî de diçînin û di meha Hizîranê de ji kîsan derdixin û di axê de diçînin.

Qeda diyar kir ku berhemên şitilgehê di bazarên kantonê û herêmên din bi buhayê guncaw tê firotin.

Cotkara bi navê Emel Mihemed jî diyar kir ku ew bi vê projeyê hewl didin çandiyê ji kantona Şehbayê pêş bixin û got: "Rewşa çandiniyê li Şehbayê gelekî ne baş bû, ji ber ku çeteyan gelek dar birîbûn. Em dli vir dest bi çandiniyê kir, zêdeyî milyon şitlên darên zeytûnan û hezar şitilên darên din hatin çandin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wiEBK6BjKKg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>