Çeteyên Tirkiyê di êrişên xwekujî de zarokan bi kar tînin

Çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" ya ser bi Tirkiyê ve di êrişek xwekujî li gundewarê Girê Spî de zarokekî 15 salî bi kar anî.

Çeteyên Tirkiyê di êrişên xwekujî de zarokan bi kar tînin
16 nîsan, 2020   19:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Bûyer beriya du rojan li gundê Kalta yê Girê Spî rû da. Zarokekî 15  salî  ku pezên xwe diçêrand , ji herêmên di bin serweriya çeteyan de ber bi herêmên di bin parastina QSD‘ê de doçû xwe teqand.

Piştî bûyerê tîmeke tenduristiyê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn çûn cihê teqînê û dest bi lêkolînê kirin. Derket ku bombe li zarokekî hatibû pêçandin. Di lêpirsînê de diyar bû ku zarok bi navê Elî Îmo El-Ebid e, temenê wî 15 salî ye, ji bajarê Humis ê Sûriyê ye. Çeteyên Tirkiyê ew di nav xwe de leşker kirbûn û bombe lê pêçandibûn da ku xwe li herêmên di bin serweriya QSD‘ê de biteqîne. Zarok beriya ku bighêje hedef xwe teqand.

ANHA