Li Tirkiyê heta niha 1643 kes ji ber Koronavîrusê mirine

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 125 kesên din jî mirin û hejmara kesên ji ber ji ber Koronavîrusê mirine bû hezar û 643.

Li Tirkiyê heta niha 1643 kes ji ber Koronavîrusê mirine
16 nîsan, 2020   17:38
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê Koronavîrusê de parve kirin. Koca, daxuyand ku hejmara testên hatine kiribûn bûye 518 hezar û 143, hejmara kesên vîrus di wan de tespît bûye bûye 74 hezar û 193 û di 24 saetên dawî de 125 kes mirine.

Li Tirkiyê hejmara kesên ji ber vîrusê mirine bû hezar û 643 û her wiha heya niha 7 hezar û 89 kes jî baş bûne.