Motorsîklêtên biryara qedexeya derketina derve binpê dikin têne girtin

Ji 23`yê Adara derbasbûyî ve Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve daye ferzkirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ajokarên motorsîklêtan ên biryarê binpê dikin, ceza dike.

Motorsîklêtên biryara qedexeya derketina derve binpê dikin têne girtin
16 nîsan, 2020   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi rêya polîsên trafîkê motorsîklêtên muxalif ên ku di nava bajarên sereke yên herêma Cizîrê digerin de disekinînin û wan digirin , bi vî awayî biryara qedexeya derketina derve diparêzin û kesên binpê dikin wan muxalîf dikin.

Nûçegihanê ANHA’yê ragihand ku polîsên terafîkê yên bajarê Qamişlo vê sibê li nava bajar, derdora bendên kontrolê, kolanên sereke û nesereke dest bi dewriyeyan kir, hejmareke motorsîklêt girtin , her wiha ajokar jî ji ber biryara qedexeya derve binpê kirine, ceza kirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 23`yê Adara derbasbûyî ve qedexeya derketina derve daye ferzkirin û hîn jî berdewam e.

Ji ber hin aliyan biryara qedexeyê bi cih neanîn her wiha hin aliyan jî xwestin hîleyan li hêzên ewlekariyê bikin Rêveberiya Xweser bi hejmara 35’an roja 6’ê Nîsanê ji bo kesên muxalif û biryara qedexeya derketina derve bi cih naynin, cezayê darayî û qanûnî diyar kir, lewma bang li şêniyan kir ku li gorî biryarê tev bigerin û parastina herêmê ji pandemiya Koronavîrusê bikin.

Bi aramanca pêkanîna biryara qedexeya derketina derve Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 60 hezar endamên xwe xistin dewrê û di vê derbarê de hevserokê Desteya Hundirîn ê Rêveberiya Xweser Elî Heco anî ziman ku ji sedî 80 biryara qedexeya derketina derve pêk tînin.

(eh)

ANHA