Artêşa Tirk cepilxane şandin baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê

​​​​​​​Bi rasthatina êrişên duh ên li dijî herêmên cuda ku artêşa dewleta Tirk a dagirker pêk anîn, îro jî leşker û alavên leşkerî şandin baregehên xwe yên li herêmên bakur ên li Başûrê Kurdistanê.

Artêşa Tirk cepilxane şandin baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê
16 nîsan, 2020   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ji Rojnewsê re ragihand ku artêşa Tirk a dagirker hejmareke zêde ji leşker û alavên leşkerî şandin baregehên xwe yên parêzgehên Dihok û Hewlêrê. Li wan deveran  zêdetirî 20 baregehên artêşa Tirk a dagirker hene.

Amadekariyên leşkerî yên Tirkiyê di demekê de ku li herêma Zînî Wertê ya bakurê Hewlêrê nakokî di navbera hêzên leşkerî yên girêdayî PDK û YNK’ê de hene, ku her du li rex herêma Qendîlê ne, pêk hatin.

Çavdêr destnîşan dikin ku ev tevger di çarçoveya plangeriya li dijî Qendîlê de ye.

Her wiha artêşa Tirk herêmê bombebaran dike û duh jî kampa Mexmûrê hedef girt û di encamê de 3 jin şehîd bûn.

(fr)