‘Heke alozî bidome dê ji bo destkeftiyên Başûrê Kurdistanê bibe metirsî’

Tevgera Goran têkildarî aloziya li Zînî Wertê ya di navbera YNK û PDK’ê de, banga civîneke sêalî li aliyên hikûmetê kir û got “YNK û PDK xwedî hêzên çekdarî û aborî ne û divê bi berpirsyarî tev bigerin. Heke alozî kûr bibe, dê hemû destkeftiyên herêmê bikevin ber metirsiyê.”

‘Heke alozî bidome dê ji bo destkeftiyên Başûrê Kurdistanê bibe metirsî’
16 nîsan, 2020   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî sewqiyeta pêşmerge ya ji bo Zînî Wertê û aloziya ku li herêmê rû da, Tevgera Goran daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga berpirsyariyê li aliyan kir.

Têkildarî nakokiyên hizbî yên di navbera YNK’ê û PDK’ê de Tevgera Goran wiha da zanîn: “Ev demek e şereke siyasî ku ber bi şêwazeke tund û bêberpirsyariyê ve diçe, di navbera aliyan (YNK-PDK) de heye. Alî li ser medya civakî şerek li dijî hev ragihandine. Ev jî hiştiye ku careke din vegerin salên berê yên şerê navxweyî. Di encama vêya de li dijî hev hêzên çekdarî xistina tevgerê, dezgehên ewlehî û îstîxbaratî (veşartî) li dijî yek bi kar tînin. Bi taybet niha ev rewş li herêma Zînî Wertê gihîştiye asteke pir aloz û berbi rewşeke nebaş ve diçe. Her sê alî ‘YNK, PDK û PKK’ niha di çeperan de ne û êrişên balafiran ên Tirkiyê jî li herêmê pêk tên.”

Tevgera Goran îşaret bi metirsiyên êrişên DAIŞ’ê yên li ser herêmên Kurdistanî kir û ev hişyarî kir: “Di vê demê de li herêmên Xaneqîn, Celawla, Cebare, Qeretepe, Xûrmatû, Daqûq, Dûbiz, Kerkûk, Mexmûr û Mûsilê ku rojane êrişên terorîstî pêk tên, zext li gelê me tê kirin, mafê wan tê binpêkirin û ber bi arasteyeke metirsîdar ve diçe, divê herêm bi hemahengiya Iraqê çareseriyekê peyda bike û kareke cidî bike.”

Li ser aloziya li Zînî Wertê jî Tevgera Goran diyar kir aloziya ku hatiye çêkirin, îşaret bi metirsiyeke mezin dike û ev tişt  hate gotin: “Ev rewşa tê çêkirin, bandoreke nebaş li ser hêz û ruhiyeta welatiyan dike û her kêliyeke din me zêdetir nêzî bûyereke mezin a karesat û metirsîdar dike. Dibe ku ev rewş hemû jiyana siyasî, civakî û aborî ya herêmê bixe metirsiyê.”

Tevgera Goran helwesta xwe ya der barê mijarê de jî wiha destnîşan kir: “Em wek Tevgera Goran, daxwazê ji aliyên siyasî yên herêmê û bi taybet jî ji PDK û YNK’ê dikin ku xwedî aborî û hêzên leşkerî û çekdarî ne dikin, bi riheke berpirsyarî, ji bo aramî û aşitî û bihevre jiyankirinê bixebitin. Hemû hewldana wan ew be nebin sedem ku tirs li gel welatiyan çêbe û jiyana civaka me têk neçe.”

‘DIVÊ PKK BI ROLA ARAMKIRINÊ RABE’

Tevgera Goran di dawiya daxuyaniyê de ji PKK’ê jî daxwaz kir ku di vê mijarê de rola aramkirinê bilîze û bihaneyê nede dest tu aliyekî ji bo mûdaxeleyê.

Her wiha di daxuyaniyê de daxwaz ji welatiyên herêma Kurdistanê, hemû hêzên siyasî, kesayet, rêxistinên sivîl, rojnamevan, nivîskar jî hate kirin ku roleke pozîtîf di vê meseleyê de bilîzib û wiha hate gotin:  “Ji ber em dikarin bi dilniyayî bêjin, her gaveke xirap, wê bandorê li tevahiya herêm û xelk bike.”

Tevgera Goran ku bi xwe jî di nava hikûmetê de cih digire, bang li herdu aliyên din ên hikûmetê anku PDK û YNK’ê jî kir ji bo vê rewşê û çend mijarên din bi lezgînî kom bibin.