Di êrîşa li ser kampa Mexmûrê de 3 jin şehîd bûn

Balafirên keşfê yên bi çek (SÎHA) yên dewleta Tirk a dagirker wargeha Mexmûrê bombebaran kirin. Di vê êrîşê de 3 jinên ciwan şehîd bûn.

Di êrîşa li ser kampa Mexmûrê de 3 jin şehîd bûn
15 nîsan, 2020   17:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wargeha Mexmûrê îro saet 13:10 ji aliyê balafirên keşfê yên artêşa Tirk ve hate bombekirin. Di vê êrîşê de, 3 jinên ciwan ên ji bêriyê dihatin, ji aliyê balafirên Tirk ve hatin hedefgirtin.

Di bombebaranê de 2 jinên ciwan li cihê bûyerê şehîd bûn û yek ji wan jî bi giranî birîndar bû. Şêniyên wargehê piştî bûyer qewimî, bi lez berê xwe dan cihê bûyerê û her du cenazeyên jinên ciwan û jina birîndar anîn. Tevî ji aliyê doktoran ve mudaxele hate kirin, jî nekarîn rizgar bikin lewra di vê êrîşê de 3 jinên ciwan şehîd bûn.

 

‘Şandeya fermî ya artêşa Iraqê ji bo lêkolînê serdana Mexmûrê kir’

 

Şandeya fermî ya artêşa Iraqê piştî bûyerê saet 15:00’an ji bo lêkolînê der barê çawatiya bûyerê de lêkolîn bike derbasî wargehê bû. Şande destpêkê çû cihê bûyer lê qewimî bû û piştre jî ji bo der barê qurbaniyên wê êrîşê de agahî wergirin derbasî nexweşxaneyê bû. Piştî şandeyê agahiyên xwe yên lêkolînî girtin bêyî daxuyaniyekê bidin ji wargehê derketin.

 

‘Tevî xetereya nexweşiyê jî welatiyan şehîdên xwe oxir kirin’

 

Şêniyên wargehê tevî xetereya nexweşiya vîrusa Koronayê ji bo cenazeyên şehîdên xwe veşêrin li ber deriyê nexweşxaneyê kom bûn. Piştî pêkanînên rêûresmên olî cenazeyên her sê jinên ciwan ji aliyê şêniyên wargehê ve bi awayekî girseyî hatin oxirkirin.

 

Ev êrîş li hember hemû Kurdan e

 

Piştî merasîm bi dawî bû, li cihê merasîmê ji aliyê Meclisa Gel a Demokratîk ve daxuyaniyek hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Nûran Sezgîn ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşa dewleta Tirk a faşîst û her wiha bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate şermezarkirin. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku, êrîşa hatiye kirin ne tenê li hember Mexmûrê ye, li hember hemû Kurdan e. Ji bo careke din êrîşên bi vî rengî dubare nebin, bang li saziyên pêwendîdar kirin û her wiha bang li gel û aliyên Kurd hate kirin demildest yekîtiya neteweyî pêk bînin. Daxuyanî bi dirûşmên ‘Şehîd namirin û Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Hêjayî bibîranînê ye ku di 6’ê Kanûna 2017’an, 13’ê Kanûna 2018’an û 19’ê Tîrmeha 2019’an jî Wargeha Mexmûrê ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bombebarankirin.

Navên welatiyên şehîd bûne wiha ye:

Havva Akdogan (1988)

Azîme Akdogan (1987)

Eyşe Ehmed Ferhan (2003)