​​​​​​​WHO: Biryara Trump cihê mixabiniyê ye

Mudirê giştî yê WHO`yê Tedros Adhanum got: “Biryara serokê Amerîkayê ya qutkirina piştgiriya ji bo rêxistinê cihê mixabiniyê ye.”

​​​​​​​WHO: Biryara Trump cihê mixabiniyê ye
15 nîsan, 2020   17:13
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî toreya CNBC a amerîkî Tedros Adhanum di civînek çapemeniyê de ev tişt got: “

DYA dostek comerd e. Em hêvî dikin wisa berdewa bike. "

Tedros Adhanum di nav axaftina xwe de got: "Biryara serokê Amerîka Donald Trump a taloqkirina desteka madî ya ku Washington ji rêxistinê re pêşkêş dike, cihê mixabiniyê ye."

Adhanum bal kişand ser ku rêxistin wê berê xwe bide dewletên din da ku her kêmasiyek di warê finanskirina kedên têkoşîna li dijî Koronavîrusê de derbas bike.

Serokê Amerîka Donald Trump roja Sêşemê ragihand ku ew perspektîv daye rêveberiya xwe da ku finanskirina rêxistina WHO taloq bikin.

(şx)