Mezlûm Ebdî desteka bangawaziya serokê Fransa ya agirbestê kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdû pesna însiyatîfa serokê Fransa girêdayî pêwîstiya agirbestê û komkirina kedan ji bo têkoşîna li dijî Koronvîrusê da.

Mezlûm Ebdî desteka bangawaziya serokê Fransa ya agirbestê kir
15 nîsan, 2020   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Ebdî li ser malpera xwe ya Twitterê got: “Însiyatîfa navneteweyî bi serkêşiya serokê Fransa Emmanuel Macron ji bo desteka biryara NY`î ya agirbesta cîhanî, da ku cîhan karibe li dijî Koronavîrusê tê bikoşe, gavek baş e û însiyatîfek  mirovî  ye. Pêwîst dike ku tevahiya hêzên cîhanê desteka wê bikin. ji bo ku cîhan xilas bikin û pêşerojek baştir ava bikin.”

Serokê Fransa Emmanuel Macron di demek berê de ji îro got, heta niha erêkirina sê dewletan ji pênc dewletên daîm ên Konseya Ewlehiyê ya navneteweyî bidest xistiye.

Sekreterê giştî yê NY`î Antonio Guterres di 23`yê Adarê de banga agirbestê kir. Antonio Guterres îşaret bi hilweşandina pergala tenduristiyê li dewletên ku şer tê de hene û tîmên tenduristiyê têne hedefgirtin.

Macron got serokê Çînê Shi Jinping û serokê Amerîka Donald Trump û serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson destnîşan kirin ku ew hemû desteka bangawaziya Guterres dikin.

Serokê Fransa got ew hêvî dike ku erêkirina serokê Rûsya Vladimir Putin di çend saetên bê de bidest bixe.

Macron di daxuyaniyên xwe ji Radyo Fransa ya navneteweyî got: "Di destpêka vê însiyatîfê de ez pê re axivîm. Lê ji dema ku min erêkirina serokên din bidestxistin, hîna pê re neaxivîme. Ez ê di çend saetên pêşiya me de pê re biaxivim."

(şx)

ANHA

<blockquote class="twitter-tweet"><p lang="en" dir="ltr">The international initiative led by President <a href="https://twitter.com/EmmanuelMacron?ref_src=twsrc%5Etfw">@EmmanuelMacron</a> to support the UN call for a global ceasefire so the world can focus on the coronavirus epidemic is a good step&amp;humanitarian initiative that requires all forces to support it, to save the world &amp; build a better future.</p>&mdash; Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) <a href="https://twitter.com/MazloumAbdi/status/1250409432183341057?ref_src=twsrc%5Etfw">April 15, 2020</a></blockquote> <script async src="https://platform.twitter.com/widgets.js" charset="utf-8"></script>