Balafirên artêşa Tirk wargeha Mexmûrê bombebaran kir

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker, kesên li nêzî wargeha Mexmûrê pezên xwe diçêrandin, bombebaran kirin. Di bomberanê de şehîd û birîndar hene.

Balafirên artêşa Tirk wargeha Mexmûrê bombebaran kir
15 nîsan, 2020   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên bêmirov ên biçek ên artêşa dewleta Tirk a dagirker, saet di 13.10’an de devereke li dora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ku welatî li wir pezên xwe diçêrinin, bombebaran kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê di êrişê de şehîd û birîndar çêbûne.

Cihê ku bûye hedefa êrişên dewleta Tirk, beriya niha jî hatibû bombebarankirin û di êrişan de welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûbûn.

Tê payîn ku rêveberiya wargehê têkildarî mijarê agahiyên berfireh ji raya giştî re parve bike.