SOHR: Tê texmînkirin ku firokeyeke bêpîlot a Îsraîlê erebeyeke Hizbullah hedef girtiye

SOHR`ê texmîn kir ku firokeyeke bêpîlot a Îsraîlê bi du moşekan erebeyeke Hizbullah a Lubnanê li ser sînorê Sûriyê-Lubnanê, hedef girtiye.

SOHR: Tê texmînkirin ku firokeyeke bêpîlot a Îsraîlê erebeyeke Hizbullah hedef girtiye
15 nîsan, 2020   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku firokeyeke bêpîlot a Îsraîlê bi 2 moşekan, erebeyeke leşkerî ya ji cureya (CÎP) li dergehê Yabos yê li ser sînorên Sûriyê-Lubnanê, kiriye hedef.

SOHR`ê piştrast kir ku di encamê de zirarên mezin pêk hatine, lê belê ta niha der barê windahiyên canî de tu agahî bi dest neketine.

SOHR`ê destnîşan kir ku erebeya ji aliyê firokeya bêpîlot a Îsraîlê ve hatiye hedefgirtin, tê texmînkirin ku girêdayî Hizbullah a Lubnanê ye.

(cx)

ANHA