Li Hesekê navendeke tenduristiyê hat vekirin

Gerînendetiya Tenduristiyê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd navendeke tenduristiyê li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê vekir. Navend dê bê pere bikeve xizmeta şêniyan.

Li Hesekê navendeke tenduristiyê hat vekirin
Li Hesekê navendeke tenduristiyê hat vekirin
Li Hesekê navendeke tenduristiyê hat vekirin
Li Hesekê navendeke tenduristiyê hat vekirin
Li Hesekê navendeke tenduristiyê hat vekirin
15 nîsan, 2020   12:08
HESEKÊ- NAYLA ABDULHEKÎM- CEWZA IBRAHÎM

Ji ber rewşa qedexeya derketina derve û girtina piraniya navendên tenduristiyê yên taybet li bajarê Hesekê û ji bo parastina tenduristiya giştî, Gerînendetiya Tenduristiyê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd îro ji bo pêşwazkirina rewşên awarte, navendeke tenduristiyê vekir.

Di navendê de beşên nexweşiyên hundirîn, zarok, jinan, radyolojî û dermanxaneyek ku derman bê pere dide, hene. Dê kadroyên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê li navendê bixebitin.

Rêveberê navenda tenduristiyê bijîşk Îbrahîm Ferhan diyar kir ku li gel metirsiyên belavbûna Koronavîrusê armanc ji vekirina navenda tenduristiyê, pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê ji şêniyan re ye û wiha got: "Dê 24 saetan di xizmeta şêniyan de be."

Ferhan desntîşan kir ku di navenda tenduristiyê ya ku li taxa Til Hecer hatiye vekirin de, hemû pêdiviyên tenduristiyê hene û kadroyên ji Nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê dê nexweşan derman bikin. Ferhan daxuyand ku di hundirê navendê de, çadireke karantînayê ji bo rewşên biguman ên Koronavîrusê hatiye veqetandin.

Îbrahîm Ferhan bang li şêniyan kir ku di dema rewşa qedexeya derketina derve de ji malên xwe dernekevin û wiha dewam kir: "Em wek kadroyên tenduristiyê di xizmeta gel de ne. Em bi hêvî ne ku ji bo parastina tenduristiya giştî, her kes di malên xwe de bimîne."

Gerînendetiya Tenduristiyê ya Hesekê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd demek berê nuqteya tenduristiyê ya navçeya Şedadê ya gundewarên başûrê Hesekê, berfireh kiribû û navendeke tenduristiyê li herêma Çiyayê Kezwana vekiribû.

(cx)

ANHA