Dagirker hewl didin nexweşên Koronavîrusê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bikin

Çavkaniyên ji hundirê bajarokê Silûkê diyar kir ku dewleta Tirk ji 5 welatiyên ku nexweşên Koronavîrusê ne, xwest ku biçin herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li beramberî wê dê pereyan bidin wan.

Dagirker hewl didin nexweşên Koronavîrusê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bikin
15 nîsan, 2020   10:20
KOBANÊ

Li gorî çavkaniyan ku 5 kes li bajarokê Silûk ê dagirkirî yê rojhilatê bajarê Girê Spî bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine.

Dewleta Tirk a dagirker ji her 5 welatiyan xwest ku derbasî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûriyê bibin û li beramberî wê dê pereyan bidin wan. Tu agahî der barê nexweşan de neheta girtin ku gelo têne dermankirin û ka tu rewşên din ên nexweş li kantona dagirkirî hene.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid tekez kiribû ku dewleta Tirk nexweşên Koronavîrusê yên li Tirkiyê ber bi bajarê Girê Spî ve dişîne.

(bx)

ANHA