Çeteyan gefa serjêkirinê li leşkerên Tirk xwar

Komên çete yên li ser rêya M4`ê li nêzî bajarokê Nêreb, gefa serjêkirinê li leşkerên Tirk xwar.

Çeteyan gefa serjêkirinê li leşkerên Tirk xwar
15 nîsan, 2020   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ya (SOHR) dîmeneke çeteyan belav kir. Di dîmenê de  çete li ser rêya M4 a Heleb û Laziqiyê ji aliyê bajarokê Nêreb ê rojhilatê Idlibê li nêzî leşkerên Tirkiyê sekinîne.

Di dîmenê de çeteyekî bi awayekî tinazî bi leşkerên Tirkiyê re diaxive û dibêje: "Em gelekî ji we hez dikin, bi îzna xwedê em ê li ser vê rêyê serê we jê bikin, lê netirsin em bi xwe re nabin."

Her wiha di dawiya dîmen de çete bi zimanê tirkî dijûnan ji leşkerên Tirkiyê dikin.

(eh)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qlrIn74TXAg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>