​​​​​​​Şêniyên Hesekê banga kontrolkirina bihayan kir

Tevî ku Komîteya Zimhêrê bazirgan û firoşkaran ji ber keysbaziya bihayan, muxelefe kiriye, lê dîsa jî bi bihayan dilîzin. Şêniyan bang kir ku  kirêyên mal û dikanan mîna îsniyatîfên ku li bajarên kantona Qamişlo hatine meşandin ji wan neyên standin.

​​​​​​​Şêniyên Hesekê banga kontrolkirina bihayan kir
​​​​​​​Şêniyên Hesekê banga kontrolkirina bihayan kir
​​​​​​​Şêniyên Hesekê banga kontrolkirina bihayan kir
​​​​​​​Şêniyên Hesekê banga kontrolkirina bihayan kir
​​​​​​​Şêniyên Hesekê banga kontrolkirina bihayan kir
​​​​​​​Şêniyên Hesekê banga kontrolkirina bihayan kir
15 nîsan, 2020   07:32
HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM

Qedexeya derketina derve li bajarê Hesekê berdewam e.Dikan, dermanxane û hinek pîşeyên din ku pêwîst rojane kar bikin, ji biryarê hatin istisnakirin.

Li gel qedexe û rawestandina piraniya pîşeyan, şênî ji ber bubahbûna bihayên madeyên xwarinê û keysbaziya bazirganan bi gilî û gazinc in.

Tevî ku madeyên xwarinê bi miqdarên mezin peyda dibin, lê bihayên wê ne aram in. Froşkar jî sedemê vedigerînin bazirganan. Bazirgan jî dibêjin sedema bingehîn cudabûna nirxa lîreya Sûriyê li hemberî dolarê ye. Di navber her du sedaman de gel zehmetiyan dikişîne û nizane çaranûsa xwe çi ye.

Ji bo rêgirtina li pêşiya keysbaziya bazirganan, komîteyên Zimhêrê li tevahiya herêmên Cizîrê lebitîn û dewriyên xwe di nav sûkan de zêde kirin. Her wiha lîsteya bihayên madeyan ragihandin. Lê li gorî şêniyan ev biryar cihê xwe negirt û biha mîna xwe man.

Mihemed Silêman ji şêniyên bajarê Hesekê ye û li taxa Ezîziye dimîne girêdayî vê mijarê dibêje: "Em zehmetiyan di kirîna madeyên xwarin û sebzeyan de dikişînin. Ji ber ku bazirgan û firoşkar bi ferzkirina qedexeya derketina derve re keysbazî kirin. Niha em naxebitin û ji ber buhabûnê em nikarin pêdiviyên malbatên xwe peyda bikin."

Silêman wiha domand: "Ev buhabûn barê xizanan zêde dike. Li rex wê jî kirêyên malan bilind in. Mala ku tê de me odeyek e, ez mehane 17 hezar lîreyên Sûriyê kirê didim. Niha ez nikarim kirêya vê mehê bidim."

Şêniyê bi navê Ehmed Dahir destnîşan kir ku ew biryara qedexeyê bi cih tînin û got: "Lê ji erka Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku alîkariya şêniyan di vê demê de bike. Kirêya mala ku ez tê de me 20 hezar lîreyên Sûriyê ye, ruxmî ku ji rûniştinê re ne baş e. Lê gel ji tevahiya aliyan ve tê bikaranîn."

Dahir berdewam kir û got: “Em ji Komîteya Zimhêrê dixwazin ku bi awayekî bêtir bi karê xwe rabe. Heta dermanxane jî êdî keysbaziyê dikin û mask bi hezar lîreyên Sûriyê difroşin.”

Koçberê ji Serêkaniyê Qusay Osman got: "Em ji xwediyên mal û dikanan dixwazin ku kirêya vê mehê ji kirêciyan nestînin. Mîna însiyatîfên ku li herêmên din derketine. Ew însiyatîfên exlaqî û mirovî ne."

Ciwan Ehmed xwediyê dikanekê ye got: "Sedema sereke ya vê buhabûnê bazirgan in. Ew buhayên nirxa dolarê kontrol dikin. gelek dikan hene keysbaziyê dikin, lê kesybaziya bazirgan a herî zêde ye."

Dema nûçegihanê me di dikanekê de bû, kesek derbasî dikanê bû. Diyar bû ku xwediyê dikanê nas dike, jê re got ku bazirganê li cem wî kar dike di dema qedexeya derketina derve de zêdetirî 25 milyon lîreyên Sûriyê qezenc kiriye.

Ji bo ku gilî û daxwazên şêniyan bigihêjin aliyên têkildar, ajansa me hevdîtinek bi endamê Komîteya Zimhêrê ya Kantona Hesekê Rêzan Bekro re çêkir. Bekir got: "Em hewl didin alîkariya şêniyan bikin û bihayan zeft bikin. Lê sedema sereke bazirganên mezin in. Ew bi me re ne hevkar in. Da ku asta vê buhabûnê kêm bikin."

Bekro wiha domand: "Wek herêma Cizîrê piraniya cureyên sebzeyan li herêmê têne çandin. Bilindbûna bihaya dolarê tenê hincet e da ku bazirgan keysbaziyê bikin. Ji destpêka qedexeyê ve me bi sedan xwediyên dikan û depoyan muxelefe kir."

Bekro bang li bazirganan kir ku bi Komîteya Zimhêrê re hevkar bin da ku alîkariya xwediyên qutên sînordar û xizanan bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wf2M-FrFRwY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>