Şêniyên Hesekê: Xweparastin ji dermanan çêtir e

Şêniyên bajarê Hesekê li dijî Koronavîrusê banga xweparastin û pêkanîna qedexeya derketina derve kir û got xweparastin ji dermanan baştir e.

Şêniyên Hesekê: Xweparastin ji dermanan çêtir e
Şêniyên Hesekê: Xweparastin ji dermanan çêtir e
Şêniyên Hesekê: Xweparastin ji dermanan çêtir e
Şêniyên Hesekê: Xweparastin ji dermanan çêtir e
15 nîsan, 2020   06:03
HESEKÊ – NAÎLA EBDULHEKÎM – COZA ÎBRAHÎM

Di çarçoveya tedbîrên pêşîlêgirtina Koronavîrusê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ragihand. Rêveberiyê bang li şêniyan kir ku xwedî li biryaran derkeve û di malên xwe de bimînin.

Şêniyên bajarê Hesekê piştgirî da vê biryarê û anîn ziman ku xweparastin û pêkanîna biryara qedexeya derketina derve ji dermanan baştir e.

Şêniya bi navê Rîma Mehmûd Yûnis destnîşan kir ji destpêka biryara qedexeya derketina derve ew ji malên xwe derneketine, serdanên xizim û cîranan qut kirine.

Rîma got: "Em rojên xwe bi paqijkirin, dezenfektekirin malê û çêkirina şêraniyan derbas dikin, ez pîşeya xwe ya dirûtinê li malê dikim û cilan ji malbata xwe re didirûm."

Şêniya bi navê Meryem Seyîd Doşî (55) ji taxa Kelasê ye got: "Ji destpêka derketina şewba Korona li cîhanê re em her tiştî ku dest didinê, dezenfekte dikin û nivînên xwe derdixin ber rokê û dişon. Her wiha em sebzeyan bi şûravkê dişon da ku paktîrya û vîrusan bikuje."

Mereym Doşî bang li şêniyan kir ku li gorî biryara qedexeya derketina derve tev bigerin, ji malê dernekevin da ku vîrus dernekeve.

Şêniya bi navê Îlham Îzet Şêxo ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ye koçberî bajarê Hesekê bûye wiha anî ziman: "Em şîretên tenduristiyê yên der barê xweparastinê ji Koronavîrusê de pêk tînin, bi domdarî em destê xwe dişon û dezenfekte dikin, di şûştina avşoyan de em madeyên dezenfektekirinê bi kar tînin."

Îlham Îzet hişyarî der barê xeteriya belavbûna vîrusê de da û îşaret bi girîngiya xweparastinê kir û got: "Karantînayê ji dermanan baştir e."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jrtDSfA7GvU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>